Bi bilindbûna asta avê re dibe ku welatê Maldîvê nemîne
Giravên Maldîvê li başûrê parzemîna Asyayê di nava Oqyanûsa Hindê de welatekî geştyarî ye ku gelek kes hez dikin serdana wê bikin, lê ji ber guherînên keşûhewayê û bi bilindbûna asta ava deryayê, metirsî heye ew girav rojekê bikevin bin avê û welatek bi navê Maldîv nemîne.
Guherîna keşûhewayê û germbûna zevî wiha kiriye ku berfa herdû Cemseran bihele û asta ava derya û deryayan bilind bibe.
Pispora Zanistê ji Rêxistina Nekton, Dr. Lucy Woodall dibêje, “Maldîv welatekî deryayî ya mezin e, di asteke nizim de ye. Gelek pirsgirêk li vir hene. Gelek caran bahoz lê çê dibin. Asta avê bilind dibe. Pêlên germê yên deryayî hene, ku dibin sedema jinavçûna mercanan.”
Maldîv welatekî ji hezar û 200 giravan pêk tê, li ser 90 hezar kîlometran dabeş dibin. Bi komên mercanan navdar e, ku derdora giravan girtine û bûne cihê jiyana deryayî û bala geştiyaran dikşîn in.
Ji ber germbûna ava deryayê di encama guherîna keşûhewayê, metirsî li ser jinavçûna komên mercanan heye.
Hana Amir, pispora biyolojiyê dibêje, “Pirs ew e, gelo em ê çi bikin, eger em di sînaryoyeke wiha xirab re derbas bibin? Masî, geştyarî û hemû dahata din a vî welatî li ser komên mercanan in. Eger ew jî ji nav bibçin, em dê çi bikin? Ev egereke dibe ku bibe, bi taybet li gel bandora guherîna keşûhewayê.”
Sala 1998an pêleke gerê ya zêde hat, Oqyanûsa Hindê 4 -6 pileyan germ bû û ev yek jî bû sedema jinavçûna rêjeyeke zêde ya komên mercanî. Piştî 15 salan careke din ew mercan vegeriyan wek berê.
Duyem car sala 2016an germ li wir zêde bû.
Ji sedî 71ê xelkê giravên Maldîvê dahata wan a sereke li ser Oqyanûsê ye.
Zêdetir ji 30 metran di jêr giraven Maldîvê de jiyana deryayî nehatiye vedîtin.
Rêxistina Nekton a Parastina Jîngeha Deryayan biryar daye bi geştekê bê Maldîvê ji bo dokumentkirina jiyana jêr deryayê bi kûrahiya ta yek hezar metreyî.
Geşta wê rêxistina cîhanî ya parastina jîngeha deryayan 4ê Îlonê dest pê dike û bo dema 35 rojan berdewam dike.