Tebax 25, 2022 14:20 Asia/Tehran

Pirtûkxaneyek bi navê "Pirtûkxaneya Jin" li Kabula paytexta Efxanistanê hat vekirin.

Jinên Efxanistanê piştî serkutkirina nerazîtiyên wan ên li nav kolanan ji aliyê hêzên Talibanê va û alozkirina xwenîşandana wan bi avêtina gulleyê, beşeke nû ya berxwedana li dijî Talibanê bi damezirandina "Pirtûkxaneya Jin"ê dest pê kiriye.

Li gorî rapora ajansa Shafaghnayê ya Efxanistanê, Hejmareke çalakên mafên jinan pirtûkxaneyek bi navê "Pirtûkxaneya Jin"ê li taxa çandî ya Pira Sor (Polê Sorx) li rojavayê Kabulê vekir.

Ev pirtûkxane roja Çarşemiyê (duh) bi fermî hat vekirin.

Joliya Parsî ji berpirsên vê pirtûkxxaneyê got: Armanca me ya vekirina vê pirtûkxaneyê li kêleka pêşketina pirtûkxwendinê ev e ku "Bi Talibanê ra bidin famkirin ku jinên efxan paş venekişiyane û bi her awayî dikarin tê bikoşin."

 

 

Serepeyv