Tebax 12, 2022 09:40 Asia/Tehran
  • Welatekî ji bo navê xwe biguherîne, 80 hezar îmze kom kirin

Ma welat jî navê xwe digihînin? Bersiv erê ye. Ji bo guhertina nav îmze hatin berhevkirin û heta niha 70 hezar îmze hatine berhevkirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Em qala welatê Zîlanda Nû (New Zealand) dikin. Li Zîlanda Nû ji bo navê welat bê guhartin û navê "Aotearoa" li welat bê kirin 70 hezar îmze hatin berhevkirin. Serê vê mehê hat ragihandin ku ji ber berhevkirina îmzeyan gihîştiye wê astê dê parlemen mijarê li nava xwe de nîqaş bike.

Komîteya parlemenê dê nîqaş bike ku vê meseleyê parlemen bigire dest yan na. Ger mesele bê parlemenê du rê li ber ve dibin: Yek mijarê bibin referandûmê, didu meseleyê red bikin.

Navê nû tê wateya "Ewr" û li gor gotina gelê herêmî ev der ji bo behrvanên ji Polînezê bûye rênîşander.

Rawiri Waitit ku Hevserokê Partiya Maori ye dibêje "Em wekî welat dixwazin ji nû ve welat saz bikin, tiştek li vir mirov bitirsîne tuneye."

Peyva Aotearoa van salên dawî tê bikaranîn. Li ser banknotan û paseportan ev gotin heye û di hin belgeyên hikumetê de jî ligel Zîlanda Nû yan jî bi tena serê xwe tê bikaranîn.

Berdevkê Serokwezîra Zîlanda Nû gotiye ku  Aotearoa tê bikaranîn lê li ser guherandina navê welat hê nîqaş nehatiye kirin.

Navê Zîlanda Nû heta sala 1642'yan diçe. Kifşkarên hollandî wekî yekemîn kesên ji Ewropayê wê salê gav avêtine nava welat û navê Zîlanda Nû ku dê maneya "Welatê behrê yê nû" li welat kirine.

 

Serepeyv