Tebax 11, 2022 22:56 Asia/Tehran
  • Ava baranê li tu derê dinyayê nayê vexwarin

Li gorî lêkolînên herî dawî yên zanyarên zanîngeha Stockholmê ya Swêdê ava baranê ji ber hebûna madeyên kîmyawî yên jehrî ku ji asta îzndayî derbasbûne nayê vexwarin.

Li gorî AFP'ê Profesorê Zanîngeha Stockholmê Jan Cousins ​​ku yek ji endamên sereke yên vê lêkolînê ye dibêje: "Li gorî daneyên ku hatine berhevkirin, li ser rûyê erdê cîhek ku ava baranê lê were vexwarin tune ye."

Cousins ​​lê zêde kir: Li gorî lêkolîna daneya tevlihev û dijwar ên ku ji sala 2010-an vir ve hatine berhev kirin, tewra li polara(cemsera) başûrê an Deşta Tîbetê jî astên (madên kîmyewî yên jehrîn) di ava baranê de ji rêwerzên ewlehiyê yên ku ji hêla Ajansa Parastina Jîngeha Amerîkayê ve hatine destnîşan kirin zêdetir in. 

Rêjeya polyfluoroalkil (PFAS) ku di asta ava baranê de li herêmên cemsera başûrî û Deşta Tîbetê tê dîtin 14 qat ji asta îzndayî ya ku ji hêla rêwerzên ewlehiyê yên Amerîkayê yên ji bo ava vexwarinê ve hatî pêşniyar kirin zêdetir e.

Pêkhateyên perfluoroalkyl (PFAS) malbateke mezin a kîmyewiyên sentetîk in ku di xwezayê de çênabin. Ji ber ku ev maddeyên hanê di xwezayê de naqelibin û îzole nabin, wekî "maddeyên kîmyewî yên herheyî" têne binavkirin.

Ev maddeyana xwediyê taybetmendiyên nezeliqandî û ne rengdar in, û ji ber vê yekê, ew di pakijkirina xwarinê, alavên elektronîkî, kozmetîkî û alavên xwarinê de têne bikar anîn.

Lê lêkolînerên Zanîngeha Stockholmê îro ev maddeyên hanê di ava baranê de li deverên herî dûr ên cîhanê û heta li Cemsera Başûrê jî dîtine; Di encamê de, em ti caran li ser rûyê gerstêrka Erdê ji kîmyewî rizgar nabin.

Serepeyv