Tîrmeh 29, 2022 09:45 Asia/Tehran
  • Xwarina 'Kebaba Cîger' li ser navê Amedê hat tomarkirin

Li ser pira dîrokî ya Dehderî ya Amed a Tirkiyê danasîn û tomarkirina "Kebaba Cîger" ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ve hat kirin.

Di encama serlêdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) de "Kebaba Cîger" ya ku ji Daîreya Patent û Nîşanên Tirkiyê belgeya qeyda nîşaneya erdnîgariyê wergirtibû, bû yek ji xwarinên ku hatine tomarkirin.

Serokê DTSO Mehmet Kaya, Parlamenterê berê yê AKPê Mehdî Eker, Serokê Encûmena DTSO Celalettin Birtane, Serokê DESOBê Alîcan Ebedinoglu, Serokê Borsaya Bazirganiyê Engîn Yeşîl,

Serokê DISADê Nurullah Edemen û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî danasîna ku li ser Pira Dehderî hat lidarxistin bûn.

Di danasînê de bi qasî 600 par kebaba cîgerê li beşdaran hat belavkirin.

Serokê DTSOê Mehmet Kaya diyar kir ku heta niha 48 berhem hatine tomarkirin.

Serepeyv