Tîrmeh 28, 2022 13:07 Asia/Tehran
  •  Hunermendê Kurd ê mêrdînî ji girtîgehê bi telefonê di daweta kurê xwe de stran got

Hunermend û dengbêjê parêzgeha Mêrdînê ya Tirkiyê ku ji sala 2015ê ve girtî ye û 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bo hatiye dayîn, bi rêya telefonê beşdarî daweta kurê xwe bû û strana bi nave “Amed” got. Di dema gotina stranê de kesûkarên wî û mêhvanên beşdar hestiyar bûn û bi çavên girî guh dan staranê.

Hunermend û dengbêjê Kurd ê parêzgeha Mêrdînê  ya Tirkiyê  Îbrahîm Ertaş ku wek Axîn Biro tê naskirin, di 13’ê mijdara 2015an de li Îzmîrê bi hinceta  “endamtiya rêxistinê ye” hatiye girtin û 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê  lê hatiye birîn. Axîn Biro niha li Tîpa L ya Girtîgeha Alanya ya Antalyayê tê girtin.

Ew hunermendê Kurd roja 26ê Temûza 2022an bi rêya telefonê beşdarî merasîma daweta kurê xwe bû û strana bi navê “Amed” got. Axîn Biro dema ku ew stran got piraniya kesûkarên wî û mêhvanên beşdarî dawetê bûne xwe li ber dengê wî negirtin, hestiyar bûn û giriyan.

Ew dîmen li ser torên civakî hatin belavkirin û hejmareke zêde ya bikarhênerên medya civakî  li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kirin.

Hunermendê naskirî yê Tirkiyê Ferhat Tunc jî ew dîmen belav kirin û li ser nivîsiye: “Di çarçoveya doznameyeke ku derberê wî de (Axîn Biro) hatiye amadekirin 22 sal cezayê girtîgehê bo hatine dayîn. Hunermendê Kurd ê Mêrdînê ku ji sala 2015ê ve girtî ye bi rêya telofonê beşdarî daweta kurê xwe dibe û strana Amed dibêje. Kesên beşdar bi çavên girî guh didin wî.”

Li gor amarên Komaleya Mafên Mirov ji 30ê Hezîrana 2022an û şûnde li tevahiya girtîgehên vekirî û girtî yên li Tirkiyê 283 hezar û 455 jê hukimkirî û 38 hezar û 738 jê girtî bi giştî 322 hezar û 187 zindanî hene ku beşeke zêde ya wan girtiyên siyasî ne û bi hincetên cuda yên weke "propgande û endamtiya rêxistinê" hatine girtin.

Serepeyv