Her sal nêzîkî 12 milyon hektar daristan ji nav diçin
Hişkesalî û çolbûn du nîşaneyên giherîna keşûhewayê ne ku peywendiyeke wan a rasterast ligel hev heye, wate her kîjan ji wan zêde bibe, ya din jî zêde dibe.
Li gor rapora nerî nû ya Neteweyên Yekbûyî, sal li pey salê rûbereke zêdetir ê zeviyê ji ber hişkesalî û karên mirov dibin çol.
Li gor vê raporê:
-Di 40 salên borî de hejmara nebatên ji ber hişkesaliyê zerer gihiştiye wan zêdeyî du qat yên 40 sal pêştir bûye.
-Salane rûberekî nêzîkî 12 milyon hektar daristan ji ber çolbûn û hişkesaliyê ji nav diçin.
-Kêmbûna giya û nebatên weke wan li gel bilindbûna pileya germayê, jinavçûn û qirbûna candaran bileztir dike.
-%14ê hemû avzêmên ku bo candar û balindeyên koçber gelekî girîng in, li wan navçeyan in ku metirsiya hişkesaliyê li ser wan heye.
-Hişkesalî sedema %15ê karesatên xwezayî ye.
-Ji tevahiya giştî ya wan kesên ji ber karesatên xwezayî canê xwe ji dest daye, ji sedî 60ê wan bi sedema hişkesaliyê bûye.
-Di navebra salên 1998 û 2017an de hişkesaliyê 124 milyar dolar zerer gihandiye aboriya cîhanê.
-Tê çaverêkirin heta nîveka vê sedê, hişkesalî bandorê li ser %75ê niştecihiyên Erdê bike, wate sê çarêka mirovayetiyê.