Qudsa dagirbûyî: Rêya El-Hekariyê û şopa Kurdên Hekariyî yên bi Selahedîn Eyûbî ra tevlî fethê bûne
Li herêma Bajarê Kevn ê ser Qudsê ku nêzî Mizgefta Eqsayê ye bi navê "Rêya el-Hekarî" rêyek heye û ew nav ji Kurdên Hekariyê hildaye ku di dema Selahedîn Eyûbî da tevlî fetha Qudsê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li Bajarê Kevn ê ku Mizgefta Eqsayê jî lê ye li Qudsa Rojhilat a dagirkirî, şopên Kurdên Hekariyî yên di dema Selahedîn Eyûbî da bi fermandariya wî tevlî fethê bûne, heye. Him li kuçe û kolanên bajêr û him jî şêniyên Filistînê şopên Kurdên Hekariyê piştrast dikin.
Dema mirov tevlî nav kuçe, kolan û sûkên li herêma pîroz a bajarê Qudsê dibe rastî gelek çîrokên veşarî tê ku li benda keşifkirinê ne.
Ji wan çîrokan yek jî ya Kurdên Hekariyê ye ku bi sedan sal berê ji bo fetihkirina bajarê Qudsê hatine.
- Rêya El-Hekariyê
Li nêzî Mizgefta Eqsayê bi navê "Rêya Hekariyê" (Tarîq el-Hekarî) rêyek heye û ew nav ji Kurdên Hekariyê ku di dema Selahedîn Eyûbî da tevlî fetha Qudsê bûne û paşê jî li wê derê bi cî bûne, maye.
Ji şêniyên Hekariyê yên wê demê di nav kesên bi nav û deng bûn yek jê jî Îsa bîn Mihemedê Hekariyî bû û qebra wî jî di hewşa maleke dîrokî da ye û li ser vê kolanê ye.
- Îsa bîn Mihemedê Hekariyî him mele, him şêwirmend û him jî fermandarekî Selahedîn Eyûbî bû
Di fetihkirina bajarê Qudsê da ji nav Kurdên Hekariyê yê ku balê zêde dikişîne yek jê Îsa bîn Mihemedê Hekariyî ye.
Li gor dîroknasên Îslamê yên wek Îbnul Esîr (el-Kamil fî’t-Tarîx), Îbn Kesîr (el-Bidaye we'n-Nîhaye), Tacedîn es-Subkî (Tabaqat-uş-Şafiiye) Îsayê Hekariyî di heyama xwe da ji alimên fiqhê yên heyama xwe yek bû û ew di heman demê da serşêwirmend û fermandarê Selahedîn Eyûbî bû.
Hekariyî di wê demê da ji alimên medreseyên Cizîr û Helebê ders hilda û di nav kesên li hemberî seferên xaçparêzan derketin cîhadê kesekî sereke bû.
El-Hekariyî ket bin fermandariya Esedudîn Şêrkohê ku apê Selahedîn Eyûbî bû û tevî wî çû Misrê. Malbata Eyûbiyan li Misrê serdest bûn û di wê serdestiyê da para Şêrkoh gelek bû û bi pêşniyaza wî el-Hekariyî ket xizmeta Selahedîn Eyûbî.
El-Hekariyî bû xwedî nav û deng û piştî fetha Misrê bû qaziyê Qahireyê. Wî ji Selahedîn Eyûbî ra şêwirmendî kir û di artêşê da fermandarî kir.
Îsa el-Hekariyî di sala 1187an da tevlî Selahedîn Eyûbî beşdarî fetha Qudsê bû û di Şerê Eqayê da hat kuştin û cinazeyê wî anîn Qudsê.
El-Hekarî îro jî di bîra Filistîniyên li herêma Bajarê Kevn ê Qudsê da dijîn cî digire.
Ebû Eşref ed-Daasê Filistînî yê 78 salî ku li wê derê dijî der heqê Kurdên Hekariyê û Îsa el-Hekariyî da wiha got: "Şêx Îsa el Hekariyî di dema fetha Qudsê da ji alimên mezin bû ku Selahedîn Eyûbî bi xwe ra anîbûn. Him alimekî mezin bû û him jî wê demê fermandarê artêşa Eyûbiyan bû. Ew li Eqayê şehîd ket. Cinazeyê wî û yên hevalên wî li Taxa el-Hekariyê hatine definkirin. Gorên wan hê jî li vê derê ne. Di heman demê da Şêx medreseyek jî vekiriye."
Ebû Eşref ed-Daasê Filistînî bi bîr xist ku Îsraîlê di sala 1967an da Qudsa Rojhilat dagir kir û digel vê navê kolanê neguhert û wiha domand: "Ji roja Quds hatiye fetihkirin yanî hezar sal e navê vê kolanê el-Hekarî ye û ev wisa tê zanîn."
- Dirbas el-Kurdî el-Hekariyî
Ji hêla din va piştî fetihkirina Qudsê ji alimên wê heyamê Dirbas Bedredîn el-Kurdî el-Hekariyî çû û li wê derê bi cî bû. Gora wî jî li Bajarê Kevn e.
Dirbas el-Hekariyî li Medreseya Cawiliyeyê ya ku di sedsala 13mîn da hatibû avakirin ders da.
Cinazeyê wî jî li baxçeyê Medreseya el-Omeriyeyê ku beşek ji Medreseya Cawiliyeyê ye hatiye definkirin.