Herêma Kurdistanê Hêzên Heşda Şe`bî bi beşdarbûna di êrişên bi xwefiran da tawanbar dike
Îdiaya bigengeşe ya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ya li ser rola Hêzên Heşda Şe`bî di êrîşên bi xwefiran ên li ser Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê de, berdevkê serfermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê hêrs kiriye.
Sebah El- Numan daxwaza raberkirina belgeyên bawerpêkirî yan qebûlkirina berpirsiyariyê ji bo van tawanan kir, di halekî da ku siya nakokiyên li ser niftê û tevgerên leşkerî, têkiliyên lawaz ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ber bi qeyraneke nû ve dibe.
Di daxuyaniya Berdevkê Mihemed Şîya Sudanî de hatiye pêgîrîkirin ku pirsgirêkên heyî hewcedarê hevkarî û hevrêziya bi rêya kanalên fermî ne, ne ku serî li medyayê bidin bi rapor û daxuyaniyên ku derfetê didin dijminan ku ji vê rewşê sûd werbigirin da ku zirarê bidin saziyên Iraqî yên ku welat û ewlehiya wî diparêzin, û ji bo aliyên dijî hev behaneyek pêk tînin ku aramiya Iraqê têk bidin.