Êrişa mûşekî ya Yemenê ser Filistîna Dagirbûyî
Tîrmeh 06, 2025 18:13 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Yekîneya me ya mûşekî bi mûşeka haypersonîk ya Filistîn 2`yê, êrişî balafirgeha El Ledê kir.
Yehya Serî amajeyî êrişa serkevtî ya mûşekî ser balafirgeha El Ledê û reva siyonîstan kir û destnîşan kir: Ev operasiyona, serkevtî bûye û bûye sedema sekinandina geştên esmanî û revîna siyonîstan ber bi sitartgehan ve.
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê, got: Em pêgîriyê dikin ku operasiyonên me yên piştevanîkirinê yê heta bidawîhatina êrişa ser Xezzê û rakirina dorpêça ser wê bidomin û hêzên çekdar ên Yemenê ji bo sekinîna li hember her cure alugurreke muhtemel di rojên dahatî de amade ne û di asta herî jorîn a amadetiyê de ne.