Hezîran 09, 2022 09:09 Asia/Tehran
  • Encamên lêkolînekê: Sê yekê gelheya cîhanî Înternetê bi kar nayîne

Rapora Girêdana Cîhanî (Global Connectivity Report) a 2022an nîşan dide ku sê yekê gelheya cîhanê Înternetê bi kar nayîne; Tevî ku sedî 95ê cîhanê di qada networkeke berfireh a telefona destan da dijîn.

Li gorî encamên lêkolînekê, Herî kêm 390 miliyon kesî derfeta xwe ya bidestxistina Înternetê tunene. Ji aliyê din va, ji her sê kesên ku derfeta wan a hatina ser xetê anku online-bûnê heye, kesek ji ber xercên zêde, nebûna cîhazeke têkildar an jî ji ber sedemên nikare vî karî bike.

Li gorî vê raporê, Sedî 5 ji gelheya cîhanê nikare Înternetê bi kar bîne. Li parezemîna Afrîqayê ev rêje sedî 18 ye. Sedî 32 ji gelheya tevahiya cîhanê (li Afrîqayê ev rêje bi tevahî sedî 49 ye), di qadekê da dijîn ku binesaziya networkê li wir heye, lê ji ber sedemên cûr bi cûr ji wan xerca zêde, nebûna cîhazê an jî nebûna agahî, pisportî û armanceke taybet, Înternetê bi kar nayînin.

 

 

Serepeyv