May 26, 2022 09:59 Asia/Tehran
  •  Ji Kurmancî û Kirmanckî, du ferhengên girîng ên kurdî gihîştin ber destên xwendevanan

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di hefteyek de du ferhengên muhîm gihîştin ber destên xwendevanan. Yek jê çapa nû bi kirmanckî ji Nûbiharê, ya din jî bi kurmancî bi çapa berfirehkirî ji Enstîtuyê derket.

FERHENGA KIRMANCKÎ

Ferhenga Zazakî ji aliyê Şaban Şenateş ve hatibû amadekirin, berî çap bibe Şenateş par miribû. Ferheng niha çap bû û giha ber destên xwendevanan.

Ferhenga ku navê “Ferhenga Zazakî / Dimilî-Kirmancî-Kirdî” lêkirine 36 hezar û 685 mijar têde hene. Ferhenga ku ji 2 hezar û 294 rûpelî pêk tê jêre çapên cuda cuda, bergên cuda hatine çêkirin.

Amadekarê ferhengê Şaban Şerateş di sala 1966’an de li Girgomeza Sêwregê hatiye dinê. Di 22’yê Gelawêja 2021’ê de canê xwe ji dest da. Ev 28 sal bûn ew li ser vê ferhengê dixebitiya, çapa wê nedît lê li dû xwe berhemeke hêja ji bo kirmanckî (zazakî) hişt.

FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ

Ferhenga Kurdî-Tirkî ji aliyê Zana Farqînî ve hatiye amakirin û niha çapa wê ya nû ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin. Di destpêka salên 2000’î de çapa wê ya yekemîn hat derxistin. Ji wê rojê heta niha her çapên wê yên nû derketin û Farqînî her mijarên din lê zêde kir. Çapa niha wekî çapa berfirehkirî hat çapkirin.

Ev çapa ferhenga Kurdî-Tirkî ya mezin ji 2648 rûpelî pêk tê û gelek peyvên nû têde hatine bi cih kirin.

Yên bixwazin dikarin ji van saziyan bixwazin, yan jî ji ser pirtûkfiroşên online re bikirin.


 

Serepeyv