May 20, 2022 15:54 Asia/Tehran
  •  Gula Kesk: Gula ku tenê li Xelfetiyê şîn dibe

Bi hatina biharê û meha Gulanê re êdî gul dibişkivin û xemla xwe didin derdora xwe, gelek cûreyên gulan bi rengên cûda hene lê ya herî balkêş gula kesk e û tenê li navçeya Xelfetîyê ya ser bi Rihayê ya Kurdistana Tirkiyê şîn dibe.

Li navçeya Xelfetîya Rihayê ku wek warê Gula Reş tê naskirin, cûreyeke din a gulan bal dikşîne ku rengê wê kesk e û ew jî tenê li vê herêmê şîn dibe.

Mamosteyê Beşa Nebatên Baxçeyan li Zanîngeha Harranê Ali Ikinci got, "Gula Kesk bi qasî gilokeke nêzîkî 5 santîmetre ye. Dema biçûk e serê wê tûjik e. Ti caran pelên wê naweşin. Di axa bi qûm û li ber tavê şîn dibe. Berhemeke resen ya vê axê ye."

Gula Kesk wek gulên din bêhna wê nîne û endezyarê çandiniyê destnîşan kir ku nêzîkî 4 salan e ew vê cûreyê diparêzin û ji bo zêdekirina wê di gulxaneyê de diçînin.

Endezyarê Çandiniyê Sabri Tutuş anî ziman, "Berê xelkê zêdetir Gula Reş nas dikir lê di dema dawî  de Gula Kesk jî bala hemû kesî dikşîne. Gula Kesk ne wek berhemên din in. Tenê biharê di mehên Nîsan û Gulanê de gul dide."

Navçeya Xelfetiyê ku bi cûreyên nebatên cûda binavûdeng e, berî 9 salan ji aliyê Komîteya Koordînasyona Navdewletî ya Cittaslowê li tora "Bajarê Aram" hat zêdekirin û bi malên kevir ên dîrokî û xweşikbûna xwezaya xwe weke bihuşta veşartî ya herêmê tê binavkirin.

 

Serepeyv