May 19, 2022 13:42 Asia/Tehran
  • Dûrxistina pêşe û kêzikan çi ye?

Pêşû kêzikên acizker in. Di mehên germ ên salê de, ew bi hilatina rojê derdikevin û dest bi firînê dikin. Pîskên mêş û pêşûyan dikarin xweşî her cure kêfa mirov û çalakiya wî li derve bi tevahî xera bikin. Xurzîn û pêlên sor tenê beşek ji pirsgirêka mêş û pêşûyan in. Di vê gotara Kovara Deltayê de hûn ê hînî rê û şêwazên dûrkirina pêşû û kêzikan ji xwe bibin.

Rêya herî hêsan ku meriv ji pêşû, mêş û kêzikan xilas bibe çi ne?

Paqijkirina malê:

Rast e, paqijkirin dikare bibe karekî dijwar, lê ew di heman demê de rêyek girîng e ku meriv dikare pê kêzikan dûr bêxe. Bi rêkûpêk şûştin û gêzîkirin dikare kêzikan ji malê dûr bixin û ti cîhek xweş ji mêş û kêzkan li malê nehêlin.

Postê fêqiyên wekîporteql û lîmon:

Piştî ku we porteqal an lîmon xwar, post û pelê wê neavêjin. Fêkiyên citrus pîrhevok û gal û spiran dûr dikin. Pelên citrus li tenişta pencere, refikên pirtûkan û her cîhên din ên ku pîrhevok û gal û spirt û kêzikên din lê hene bixin.

Cil û kincên rengên sivik li xwe kin:

Kincên bi rengê tarî bala kêzik, nemaze pêşûyan ber bi xwe dikişînin, ji ber vê yekê cil û bergên bi rengên sivik û rohnî li xwe bikin da ku nebin magneta kêzikan!

Pûdr an toza zarokan:

Ger hûn dixwazin mêşezer û mêşên hingivê û kêzikên din ji malê dûr bixin, hin toza zarokan li dora malê birijînin.

Sîrka spî:

Hin sîrke bi avê re têxin nav şûşeyek spreyê. Hûn dikarin vê berhevokê bikar bînin da ku morî û morîstangan birevin. Têkelê li dora derî û pencereyan birijînin. Bê guman, bala xwe bidin perde û qumaşên din, ji ber ku sirke dikare rengê qumaşê biguhezîne.

rûnê nargîlê:

Vê rûnê mîna losiyonek ji bo çerm xwe bikar bînin.

Essense û etira Rosemary:

Bikaranîna essense û etira Rosemary pêşûyan dûr têxe.

Rûnê eucalyptus:

Eucalyptus malzemeyek xwezayî ya pir bi bandor e ku kêzikan dûr têxe.

Darçîn :

Toza darçînê li dora malê birijînin da ku sas û kêç û kêzikên din ji xwe dûr bixin.

Şîreya vanilla :

Tenê çend dilopên şîreya vanillayê birijînin tasek av û wê li dereke malê daynin.

pîvaz:

Pîvazekê hûr bikin û têxin tasek avê. Tasê li cihên malê ku pêşû, mêş û kêzik lê zêde ne daynin da ku wan ji malê dûr bêxin.

Serepeyv