Nîsan 18, 2022 14:09 Asia/Tehran
  •  Heybera bidûvik a herî mezin a dîrokê ber bi gerestêrka erdê va tê

NASAyê piştrast kir ku heybera bidûvik (Comet) a herî mezin a ku heta vê demê hatiye dîtin, va ye ber bi erdê va tê.

Teleskopa Hubble'ê ya NASAyê ragihand ku heybereke bidûvik - ku carinan wek Stêrka Bidûvik jê binavkirin - ku giraniya wê derdora 500 trîliyon tonî û bi berfirehiya 137 kîlomitrî ye, bi lezeke derdora 35.405 kîlomitr di saetê da ber bi gerestêrka erdê va tê.

Tevî vê yekê divê em netirsin, ji ber ku ew ê herî zêde yek milyar kîlomitrî nêzikî Rojê bibe û nêzikbûna wê dê heta sala 2031ê bikeve derengiyê; Tevî vê yekê dibe ku em ser erdê wê bibînin.

Ev heybera bidûvik cara yekem sala 2010an hat dîtin; Lê niha Hubble'ê mezinahiya wê diyar kiriye û NASAyê ragihandiye ku ev heyber ji her strêkeke bidûvik a ku pêştir hatiye dîtin, mezintir e.

Hêjayî gotinê ye, Heybera Bidûvik anku "comet astronomer" heybereke asimanî ya pêkhatî ji navokeke ji cemed û xubarê ye û dûvikeke wê ya ji pirtpkên gaz û xubarê heye ku di şevê da dikare bi çavan were dîtin.

 

Serepeyv