Nîsan 07, 2022 09:28 Asia/Tehran
  •   Li Semsûrê gorên di nav zinaran da hatin dîtin

Li Kehtaya navçeya Semsûrê gorên di nav zinaran da û cihên ku meriv lê jiyane hatin dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li ser îxbarekê ekîbên Midûriya Muzeyê çûn cihekî çiyayî yê li gundê Tutenocakê û li wir gorên ji heyama Romayê yên di nav zinaran da û cihên ku di heyama Bîzansê da meriv lê jiyane tesbît kirin.

Li herêmê gelek bermayiyên avahîsaziyê û kevirên banê xaniyan jî hatin dîtin.

Ji bo ku herêm bê parastin û bê tescîlkirin ekîban xebat dan destpêkirin.

Serepeyv