Adar 28, 2022 11:02 Asia/Tehran
  • Xwediyê Facebookê anku Meta reklamên 3D bi kar tîne û li metaverseyê nêzik dibe

Xwediyê Facebookê anku Meta Platforms Inc (FB.O) weşandina reklamên sêdûrayî anku 3D (sê-dîmensiyon) li facebook û Instagramê ji bo brendan hêsantir dike. Kiryara ku dê pêngaveke berbipêş di warê reklama li metaverseyê be.

Meta'yê girêbesteke hevkariyê di gel kompaaniyeke bazirganiya elektronîk ji bo cihanîna reklamên 3D li patformên xwe yên torên civakî yanî Facebook û Instagramê wajo kiriye.

Li gorî rapora Reuters'ê, VNTANA'yê roja Pêncşemiyê bi danezaneke bo çapemeniyê ragihand ku sazbûna digel VNTANA'yê dê vê derfetê bide brend û markeyan da ku modelên 3D ji berhemên xwe li nav torên civakî yên facebook û Instagramê bar bikin û bi rihetî wan veguherînin reklamê.

Ashley Crowder rêveberê kargêr ê VNTABNA'yê tevî amajeya bi îdeya pêşerojbîn a komeke cîhanên mecazî ku dikarin bi rêya cîhazên wek berguhkan bên bikaranîn, got: Ev kiryar wek pêşketinek ji bo reklamê di vîhana metaverseyê ye.

Crowder got: "Metaverse di rastiyê da înterneta fezayî ye". Wî her wiha got: "Ev cîhaneke tam a derfetan e ku bi hebûna modelên 3D ên guncav ji berhemên we dest pê dike."

Vêca Metaverse çi ye?

Li gorî rapora BBCyê, dibe ku ji hêla yên biyanî, wek versiyoneke berfireh ji Rastiya Mecazî an Virtual Reality (VR) be - lê hinek wisa difikirin ku metaverse dikare pêşeroja Înternetê be.

Dewsa ketina nav kompiyuterê, di Metaverseyê da mirov dikare berguhkekê ji bo ketina nav cîhana mecazî ku cûreyên atmosferên dîjîtal bi hev va girêdide, bi kar bîne

Serepeyv