Adar 22, 2022 16:42 Asia/Tehran
  • Zanyar dibêjin, Dem di

Zanyar li ser vê baweriyê ne, dibe ku "Dije-cîhanek" li kêleka cîhana me hebe ku 'Dem' tê da ji dema Teqîna Mezin (Big Bang), bi paş ve diçe.

Ev têgeh ku di nivîsarekê da ji bo weşandina di Kovara 'Annals of Phusics'ê da hatiye wergirtin dibêje, hegera hebûna cîhaneke wiha hebûna hin hevkêşeyên bingehîn li xwezayî, wek bar (charge), beranberî û demê ye. Ev hevkêşeya bingehîn wek Hevkêşeya CPT'yê tê naskirin.

Karlêkirin û Danûstandinên xwerzayî  bi giştî li gorî van hevkêşeyan çêdibin, lê fîzîkzanan tu wextî bi awayê hevdem binpêbûna van qanûnên sirûştê nedîtine. Baweriya lêkoleran ev e, eger ev hevkêşe di danûstandinên fîzîkî da heye, vêca dikare derbarê tevahiya cîhanê jî were berçavgirtin.

Bi vî rengî, ji bo parastina vê hevkêşe anku sîmetriyê, gerdûneke din wek wêneya li nav neynikê jî dikare hebe.

Encam û dûhatên hebûna cîhaneke wiha dikarin hebûna Materyala Tarî anku dark matter şirove bikin. Wer ku tê zanîn di dema niha da sê cûreyên neutrînoyê hene: electron-neutrinos, muon-neutrinos û tau-neutrinos ku hemû di tûşekê û ber bi aliyê çepê va dizivirin. Tiştê ku fîzîkzan li ser difikirin ev e, gelo dibe ku hinneutrîno hebin ku tûşa zivirîna wan ber bi rastê va be û wan heta niha ew nas nekirine?

Cîhaneke berovajî hebûna neutrînoyeke nû pêwîst dike, lê ew ê nikare di ceribandinên fîzîkî da were vedîtin û weke Materyala Tarî, tenê dikare bi rêya gravîte û hêza dakêşanê bi cîhanê ra di têkiliyê da be.

Serepeyv