Adar 19, 2022 15:42 Asia/Tehran
  •  Kevneşopiyeke dêrîn: Li Wanê çanda kosegelî ya şahiya gundiyan dewam dike

Li Muradiyeya navçeya Wanê welatî di kevneşopiya kosegelî ya Kurdan ku di şevên zivistanê da dikin şahî, didomînin.

Lîstika kosegelî bi sedan sal e heye û di salên dawîn da hindik maye bê jibîrkirin lê şêniyên li Taxa Kemerkopruyê dijîn hê jî vê lîstikê didomînin.

Di vê kevneşopiyê da kesê jê ra dibêjin "kose" cil û bergên ku bi hirî û gîha va hatiye amadekirin li xwe dike, mal bi mal digere. Kose ji malan şekir, ard, rûn, dexl û pereyan berhev dike.

Dema ew malan digere xelk jî jina kose direvîne û zexîreya ku ji malan berhev kiriye didize.

Lê di dawiyê da hemû zexîre li malbatên taxê yên hewcedar tê belavkirin.

Endamên Komeleya Wênekêşên Gerdûnî çûn taxê û dîmenên lîstika kosegeliyê kişandin.


 

 

Serepeyv