Adar 15, 2022 15:42 Asia/Tehran
  • Pêşbaziya bedewiyê: Pişîka Wanê ya herî bedew wê bê hilbijartin

Niha pişîkên Wanê yên bi pirça sipî, meşa wekî şêran, poçika dirêj, çavên rengê wan cuda û hezkirina ji avê tên zanîn ji bo pêşbaziya bedewiyê tên amadekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wê ji bo pişîkên Wanê yên cisnê wan di bin talûkeyê da ye û li Wanê tên parastin pêşbaziya bedewiyê organîze bike.

Pişîkên Wanê yên bi dostxerîbî, pirça xwe ya sipî ya hewirmiş, meşa wekî şêran, poçika dirêj, herdu çavên ku rengê wan ji hev cuda û hezkirina ji avê tên zanîn û sembola bajêr e di 20ê Adarê da wê beşdarî pêşbaziyê bibin.

Navenda Rehabîlîtasyon û Xwedîkirina Heywanan a Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya wê bi 20ê Adarê da pêşbaziya bedewiyê organîze bike.

Bi armanca ku bila hezkirina mirovan a li hemberî heywanan zêdetir bibe û nasandina pisîkên Wanê bê kirin wê pisîkên Wanê derkevin ser dikê.

Midûrê Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pişîkên Wanê Prof. Dr. Abdullah Kaya diyar kir ku ji bo pişîkên Wanê xebatan dimeşînin û wiha pê da çû:

"Li cem me bi sedan heywanên tevlî pêşbaziyê bibin hene. Em ê biryarê bidin ku kîjanê hilbijêrin. Şertê bedewbûnê ew e ku guh bide emrên tên dayîn. Pişîk dibê di halê xwe da be, bala wê belav nebe, gotinan rast bi cî bîne. Em ji rûyê wê bigre hetanî guh û dêla wê li hemû tiştan mêze dikin. Em dixwazin heywaneke wisa be kesên lê mêze dikin bêjin 'ev zehf kaw e'. Di vê mijarê da gelek alternatîfên me hene. Ya rastî îdiaya me mezin e."

Kaya diyar kir ku organîzasyonên wiha li dinyayê eleqeyê dibînin û wiha axivî: "Em pêşbaziyên navneteweyî yên cidî teqez dinirxînin. Pêşbaziyên wiha tevkariyeke mezin didin danasîna Wanê û pişîkên Wanê. Dema di pêşbaziya pişîkan da kete rêza ewil wêneyê pişîka Wanê li Ewropayê wekî wêneyê rojê hat hilbijartin."
 

Serepeyv