Adar 06, 2022 21:26 Asia/Tehran
  • Amûrek ji bo tespîtkirina ava vexwarinê

Lekolînvanên li Zanîngeha Northwestern amûrek çêkirine ku dikare bi ji nû ve bipergalkirin û programkirina blok û pêkhateyên afirandina jiyanê (RNA, DNA û proteînan) dikare hêjatiya vexwarina avê biceribîne û diyar bike.

Ev amûrek hêzdar ji bo ceribandina qirêjiya avê ji torên genetîkî (bi kopîkirina çerxên elektronîkî) bikar tîne û encamê di çend deqîqeyan de nîşan dide.

Hûrgiliyên çêkirina amûrê di kovara Nature Chemical Biology ya roja Pêncşemê, 17ê Sibatê de hatiye weşandin.

Li gorî nivîsîna rojnama The Independentê, ev amûr ji heşt lûleyên(borî) ceribandinê yên piçûk pêk tê ku dema tora genetîkî gemarê dibîne ronahiya kesk diweşîne. Ger mîqdara gemarî kêm be, tenê boriyek kesk dibe. Lê ger gemarî zêde bibe dê her heşt borî ronî bibin.

Julius B. Lax ji Zanîngeha Northwestern û nivîskarê sereke yê lêkolînê got: "Me ev boriyana bi awayek bi pergal kirine ku astên curbicur ên gemariyê nîşan bidin." Boriya bi bendeya (asta) herî nizm her tim bi qirêjiya herî kêm ronî dibe. “Eger hemû lûle bên vêkevin(ronî bibin), ev tê wê wateyê ku gemarî zêde ye.”

Ger gemarî ji standarda ku ji hêla Ajansa Parastina Jîngehê ve ji bo avên li ber ceribandinê derbas bibe ev amûr ronahiya kesk diweşêne.

Lekolînwvnên vê proje û amûrê her weha "mejiyê molekular" li cîhaza(amûra) xwe ya herî  nûjen zêde kirin da ku di dema ceribandinê de astên cûda yên gemariyê teşxîs bide.

Vê amûrê gelek fayed û karînên xwe hene. Birêz Lax û ekîba wî ya lêkolîneran dibêjin ku ew bawer in ku amûr dê bihêle ku mirov di demeke kurt de û bi hêsanî avê li mala xwe biceribîne.  Ev amûr di heman demê de ji bo lêkolînên meydanî, ji bo niştecîhên welatên ku di gihîştina ava vexwarinê ya paqij de bi dijwariyan re rûbirû ne û ji bo çiyager û gerok an jî komên koçer ku dixwazin çavkaniyên ava vexwarinê di rê de biceribînin amûrek hêja û bi nirx e.

Serepeyv