Sibat 26, 2022 13:56 Asia/Tehran
  • Peyvên mayînde; Bi boneya 7ê Sfendê, salroja koça dawî ya Ellame Dêhxoda

Îro 7ê Sfendê salroja koça dawî ya Ellame Elî Ekber Dêhxoda, wêjevan, peyvnas, siyasetvan û helbestvanê îranî ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Ellame Dêhxoda nivîskar û damezirînerê Peyvnameya Dêhxodayê û ji kesayetiyên herî nasyar ên çandî û wêjeyî ye.

Ellame Dêhxoda helbestvan û nivîskar û siyasetvanê ku xemxorê civakê bû bi qelemeke xurt di berhemên xwe da bêserûberiyan bi armanca coşandina mixtaeban û kokbirrkirina gendeliyan nîşan dide.

Ostad Elî Ekber Dêhxoda sala 1257an a Koça Rojî li Têhranê ji dayîk bû.

Berhema wêjeyî ya ku destkefta zanistî ya herî mezin a wî ye, berhema Loxetnameyê (Peyvname) ye ku ji pirtûkên herî girîng e.

Dêhxoda zêdetirî çil salî ji bo vê pirtûkê terxan kir.

 

 

Serepeyv