Sibat 18, 2022 15:22 Asia/Tehran
  •  Pişîka Wanê di Roja Pişîkan a Dinyayê da eleqe dît

Pişîka Wanê ya bi karakter û kawbûna xwe li dinyayê tê zanîn di 17ê Sibatê Roja Pişîkan a Dinyayê da eleqe dît.

Di Roja Pişîkan a Dinyayê ya ji bo balê bikişînin ser pişîkan tê pîrozkirin da li Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pişîka Wanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ziyaretvanan eleqeyeke mezin nîşanî pişîka Wanê dan.

Ziyaretvan û gel gelekî ji pişîka Wanê ya bi hestiyarî, dostxerîbî, pirça nerm, rêvaçûna şêran û çavên rengîn va balê dikişîne hez dikin.

Ziyaretvanên ji bo dîtina pişîka Wanê hatin "Vîlaya Pişîkan" li zanîngehê pişîk hez kirin û wêne kişandin.

Prof. Dr. Abdullah Kayayê Midûrê Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pişîka Wanê diyar kir ku ji ber 17ê Sibatê Roja Pişîkan a Dinyayê li navendê qerebalixî heye.

Kaya got her ku diçe û ji nav û dervayê welêt eleqeya nîşanî pişîka Wanê didin zêde dibe û wiha axivî: "Ji ber 17ê Sibatê Roja Pişîkan a Dinyayê qerebalixiya ziyaretvanan zêde bû. Hem xwendekar hem jî ziyaretvanên xwecî û biyanî tên pişîkên me bibînin."

 

Serepeyv