Sibat 16, 2022 08:12 Asia/Tehran
  •  Baş e bizanî ku: Li Mêrdînê 9 dêr û manastir di rêya UNESCOyê da ne

Li Mêrdînê 4 dêr û 5 manastirên ji serdema "Antîka Dereng" û serdema "Çaxa Navîn" ên ku par li Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê ya UNESCOyê hatin zêdekirin, ji bo ku têkevin lîsteya mayînde protokol hat îmzekirin.

Dêra Mor Sobo, Dêra Dayika Meryem (Yoldath Aloho), Manastira Dêrulzeferanê, Manastira Mor Gabriel, Manastira Mor Abaî, Manastira Mor Loozor, Manastira Mor Yaqûb, Dêra Mor Quryaqos û Dêra Mor Azozo ku 30ê Nîsana 2021ê li Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê hatibûn zêdekirin, ji bo ku têkevin lîsteya mayînde jî dosyeya namzediyê hat amadekirin.

Serepeyv