Çile 18, 2022 14:43 Asia/Tehran
  •   Di vekolanên li Dêraya bajarê antîk ê li Mêrdînê da ampullaya 1400 salî hat dîtin

Li Dêraya Bajarê Antîk ê bi çand û berhemên xwe yên dîrokî va balê dikişîne ampullaya (cûreyeke kûzikan) duqulpî ya 1400 salî ya ji kîlê hatiye çêkirin hat dîtin. Ampulla ji bo armancên dînî hatiye bikaranîn.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Li Deraya Bajarê Antîk ê wekî "Efesa Mezopotamyayê" tê nirxandin a li Oxuza taxa Artuqî ya navçeya navend di vekolanên 30 sal e tên kirin da gelek amûr û bermamiyên mîmarî hatin dîtin.

Ajansa Anatoliyê wiha nivîsiye: "Serdema vekolana 2021î ya bi destê Midûriyeta Giştî ya Muze û Berhemên Çandî, Saziya Dîrokê ya Tirkan, Walîtiya Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ajansa Pêşxistinê ya Dîcleyê, Midûriyeta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Muzeyê didomînin hat temamkirin.

Vê serdemê jî gelek berhemên dîrokî hatin dîtin. Di nav wan amûran da ampullayeke 1400 salî hat dîtin û li ser ampullayê fîgura Ezîz Menas, li herdu aliyan heştir û li ser wê jî motîfên hec hene."

Serepeyv