Kanûn 10, 2021 18:03 Asia/Tehran
  •  Nirxê taşteya Wanê hat diyarkirin

Li Wanê nirxê taşteya wî bajarî ku gelek bi navûdeng e ji nû ve hat diyarkirin.

Li gorî rapora Rûdawê, Berî niha taştêya Wanê sere kesekî 30 lîre bû, lê li alîkekî şertên pandemîyê, li alîkekî zêdebûna nirxê lêçûnên berhemên cotkariyê salonên taştê yên Wanê mecbur mabûn ku li gor xwe fiyetan zêdebikin. Ev yek jî ji alîyê mişterîyên taştê ve bibû cîhê nerazîbûnê. Ji ber bertekan yekîtîya esnaf û dukandarên Wanê û Jûra Bazirganiya Wanê li gel xwediyên salonên taştê civînek li dar xist û bi hevahengî gihîştin wê biryarê ku êdî taştêya wanê ya ku ji 15 cûre berhemên xwemalî pêk tê 45 lîre be û ti kes dê nikaribin li gor xwe biha zêde bikin. Ev biryara dê pêşî li fîyetên zêde bigre ku geştiyar jî ji vê fiyetê razî ne.

Di peravê gola Wanê de  mezintirîn bajarê Serhedê ye Wan, dema ku navê wî bajarê tê hişê mirov tehmek xwemalî ya taştêya wanê jî pê re xwe davêje ser zimanê meriv ku ji xwe ev bajar bi vê taştêya xwe li cîhanê jî bi nav û deng bûye.

Xwedîyê Eywana Taştê Yûsûf Konak dibêje: “Taştêya Wanê penîrê Wanê ye penêrê bi gîha, taşteya Wanê toraqa Wanê ye, taştêya Wanê mirtoxe, qawût, poxîn e, taştêya Wanê rûnê nivîşk e, taştêya Wanê hingivîn e, taştêya Wanê tov e. Wan bi van xweş e, Wan bi salam û sosîsê xweş nîne, Wan bi penûrê kaşar, yan penêrê têl, yan jî bi penêrê  hûnandî xweş nîn e. Ew jî xweş in lê ew ne yê Wanê ne.”

Bihayê taştêya Wanê ya ku cûre penîrên gîhayî, mirtoxe, kavut, poxîn, hingiv û çendîn berhemên din yên ku pêkhateyên wê taştêya navdar in piştî çar salan ji nû ve hat diyarkirin, wate taştêya ku 15 cûre berhemên xwemalî li xwe digre ji bo yek kesekî êdî di 45 lîreyan de hat sabîtkirin.

Xwedîyê Eywana Taştê Fariz Gul jî got: “Ji ber pandemîyê, ji ber kirîza aboriyê fiyet berdewam zêde dibûn, ji ber wê me got em dê taştê bi 45 lireyan bidin ku herkes bixwin bi dilekî rehet.”

Bihayê taşteya Wanê herî dawî di 2017an de ji bo yek kesekî weke 30 lîre hatibû diyarkirin lê di demên dawî de hejmarek eywanên taştê pabendî vê biryarê nedibûn û ji bo kesekî li hinek eywanên taştê 70-80 lîre dihat stendin, ji bo pêşîligirtina vê yeke bi biryarek hevaheng a salonên taştê bihayê taştêya Wanê hat tekezkirin.

Xwedîyê Eywana Taştê Ekrem Polat jî got: “Mişteriyên me ji Îzmîrê, ji Balikesîr, ji Bursayê tên, ji hemû deran tên. Ji Iraqê tên, ji Îranê tên, ji bajarên dewr û beren Wanê tên. Bi giştî taştêya me organîk e, em bi xwe hazir dikin, tiştên ji derve em naynin.”

Xwedîyê Eywana Taştê Ferhat Demîrhan jî got: “Me fiyeta taştêya Wanê kir 45 lîre ku me got bira mêvanên me yên ji Herêma Kurdistanê, Îran û Iraqê yên ku ji hemû milan tên bira memnun bin û kêfxweş bin. Me cûreyên xwe jî zêde kirine ku bira hemû jî memnun werin û herin.”

Taştêya Wanê ji bilî xwemalîbûn û organîkbûna xwe êdî yek ji berhemek geştîyarîya bajêr e ku di halê heyî de zêdetirî sed eywanên taştê li nav bajêr hatine vekirin û ev taştêya navdar bûye yek ji sedemên hatina geştîyarên xwemalî û bîyanî ya ji bo Wanê.

 

 

Serepeyv