Cotmeh 31, 2021 10:55 Asia/Tehran
  • Îrana îro - Qerekilîseya Azerbaycana Rojava, yekemîn kilîseya cîhana mesîhiyeta

Li gorî lêkolînên ku kevnarenasan li ser binaya Qerekilîseyê cih anîne, ew pê hesiyane ku ev kilîse, yekem kilîseya meziun a cîhana mesîhiyetê ye.

Navê vê kilîseyê di lîsteya mîrata çandî ya UNESCO'yê da ye. Ji ber ku li vê kilîseyê hevriyekî hezretê Îsa hatiye definkirin, xwedan girîngiyeke zêde ye. Hinek bawer in ku peyva 'Qere' di navê vê kilîseyê da navê cih û bi wateya Mezin e. Li ser vê baweriyê, Qerekilîse yanî Kilîseya Mezin. Ev kilîse di 20 kîlomitiriya bakurê rojhilatê bajarê Çaldiranê li kêleka gundekî bi vî navî ye. Dîrokzanên ssedsala heştem a koça heyvî û pê va carinan ew wek Kilîseya Tadeos an jî Qerakilîse bi nav kiriye. Ji ber ku beşa rojhilatî ya avahiya kilîeyê bi kevirê reş hatiye çêkirin.

 

Serepeyv