Cotmeh 15, 2021 09:54 Asia/Tehran
  •  Kîjan welat zêdetir pirtûkan dixwîne?

Li dinyayê kîjan welat herî zêde pirtûkan dixwîne? Her hemwelatî çend pirtûkan dixwîne û çend saetan ji bo xwendinê vediqetîne? Bersiva van pirsan Ajans Pressê derxist holê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ajans Presê ji daneyên "Global English Editin" ku navenda wê li Îngilistanê sûd wergirt û encam derxist holê.

Li gor encama ku derketiye, welatê herî zêde pirtûkan dixwîne Hindistan e. Li Hindistanê bi giştî her hemwelatî hefteyê 10 saet û 42 deqîqe pirtûkan dixwîne.

Va ne agahiyên ku Ajans Pressê belav kirin:

- Ji 10 welatên herî zêde ji bo xwendina pirtûkan wext vediqetînin 6 jê ji Asyayê ne, 4 jî li Ewropayê.

- Hindistan di warê xwendina pirtûkan de bi hefteyê 10 saet û 42 deqîqe de di rêza yekemîn de ye. Dû re Tayland bi 9 saet û 24 deqîqeyê duyemên e. Hemwelatiyên Çînê hefteyê 8 saet ji bo xwendina pirtûkan vediqetînin û bi vê di rêza sêyemîn de ne.

- Ji bilî van 3 yên pêşîn, 7  welatên din ku bi rêzê ketine nava rêza 10'ên pêşîn ev in:  Fîlîpîh (7 saet û 36 deqîqe), Misir (7 saet û 30 deqîqe), Çekya (7 saet û 24 deqîqe), Swêd (7 saet û 6 deqîqe), Fransa (6 saet û 54 deqîqe), Mecaristan (6 saet û 48 deqîqe) û Erebistana Siûdî (6 saet û 48 deqîqe).

- Tirkiye di nav lîsteyê de di rêza 18'emîn de cih girtiye.

Ajans Pressê li ser 15 hezar nûçeyên çapemeniya nivîskî, kanalê TV û malperan lêkolîn kiriye û hejmara nûçeyên li ser pirtûkan jî derxistiye holê. Li gor vê lêkolînê di sala 2019'an de 640 hezar û 509 nûçe li ser pirtûkan hatine belavkirin, di sala 2020'î de ev daketiye 606 hezar û 820. Îsal heta niha 586 hezar û 253 nûçe hatine belavkirin. Di lêkolînê de hatiye dîtin ku weşanan herî zêde bala xwe daye ser fûara pirtûkan ku sedî 56'ê van nûçeya li ser fûar û naveroka li ser fûaran bûye.

 

 

Serepeyv