Îrana îro; 7ê meha Mêhrê, roja rêzgirtina li Şemsê Tewrêzî
Li gorî pesendnameya Konseya Bilind a Înqilaba Çandî di civîna 751ê da, roja 7ê meha Mêhrê wel roja rêzgirtina li Şemsê Tewrêzî di rojhejmêra fermî ya Îranê da hatiye binavkirin.
Li gorî pesendnameya Konseya Bilind a Înqilaba Çandî di civîna 751ê da, roja 7ê meha Mêhrê wel roja rêzgirtina li Şemsê Tewrêzî di rojhejmêra fermî ya Îranê da hatiye binavkirin.
Muhemed Bin Elî Melik Dadê Tewrêzî nasyar bi Şemsedîn an Şemsê Tewrêzî (jdb: 582 - kd: 645 koça heyvî) ji sofiyên misilman ên sedsala heftem a koça heyvî ye.
Gotinên wî ku di civînên cûrbicûr da hatine hilêxistin, ji aliyê mirîdên wî va hatine komkirin û wek "Meqaleyên Şemsê Tewrêzî" tê naskirin.
Şemsê Tewrêzî demeke dirêj hogir û rêhevalê Mewlana Celaledînê Belxî bû û sala 645an a koça heyvî bêyî ku kesek bê bihese terka Qoniyeyê kir.
Merzela Şemsê Tewrêzî li bajarê Xoyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê ye.