Îlon 25, 2021 13:14 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Hilberîna Xurmeyê li Nexlistanên Bûşêhrê

Daristanên herî pirrdar ên Xurmeyê (Nexlistan) ên Îranê li parêzgeha Bûşêhrê ne.

Daristanên herî pirrdar ên Xurmeyê (Nexlistan) ên Îranê li parêzgeha Bûşêhrê ne û her sal derdroa 170n hezar ton xurme ji Nexlistanên vê parêzgehê tê hilberandin.

Nexldarên parêzgeha Bûşhrê li başûrê Îranê di vê demsalê da mijûlî kar û xxebatê ne da ku berhema xwe bi baştirîn awayî hilberînin, bestebendî bikin û bişînên bazarên hundir û derveyî Îranê.

Nexl navê dara Xurmeyê ye û gelek kes wê dişîbînin mirov. Tê gotin bejna dara xurmeyê, temen û zayenda wê (Nêrza, Mêza û Nêtar) wekî mirov in.

Bi birîna serê dara Nexlê, dê dar bi giştî bimire, eynî wekî mirov.

Dema ku dara mê ya xurmeyê mêwe dide, bêjeya Zayîna Nexlê tê bikaranîn.

 

 

Serepeyv