Sibat 22, 2026 09:37 Asia/Tehran
  • Rengê herî kêmdîtî li cîhanê

Ev reng xwedî dirêjahiya pêlê ya herî kurttir ji rengên din e û di beşa gelekî pirr-enerjî ya bereya dîtbarî da cih digire. Çiqasî avakirina rengekî dijwar be, berhemanîna vî rengê taybet ji wê jî dijwartir e.

Di halekî da ku kesk bi alîkariya Klorofîlê di xwezayê da zêde tê dîtin, lê rengê Şîn kêmdîtî ye û rengê binefş ji wê jî kêmdîtîtir e. Hegera vê kêmbûnê vedigere fîzîka ronahiyê û sînordariyê biyolojîk.

Ronahiya şîn ji ber dirêjahiya pêlê ya kurt û enerjiya zêde, bi dijwarî ji aliyê pîgmêntan (pigment) ve vediteyîse û zêdetir tê hilmijandin. Ji ber vê yekê, bûnewerên şîn bi giştî bêyî pîgmênta şîn in û bi pêkhateyên mîkroskopî, ronahiyê bi vî rengî nîşan didin.

Lê belê rengê binefş xwedî dirêjahiya pêlê ya kurttir û pirr-enerjîtir ji rengê şîn e. Pîgmêntên xwezayî şiyana xwe ya veteyîsandina vê enerjiyê tunene û pêkanîna rengê binefş jî hewceyî bi rêkxistinên gelekî deqîq heye ku ji bo pirraniya bûneweran ne pêkan e.

 

Serepeyv