Kanûn 19, 2025 17:07 Asia/Tehran
  • Şîret bo kesên ku kevir li gurçikên wan çê dibin

Pizîşk ji nexweşên ku ketine ber neştergeriya derxistina kevirê gurçikê re şîret dkin ku her roj ji kêmî 3.5 lître şilekyan vexwin.

Kevirê girçikê kepirkeke hişk ji xwê û madeyên kanzayî yên heyî li nav mîzê ye ku bi krîstalebûn û reqbûna van madeyan çê dibe. Nîşaneyên wê bi giştî bi herrikîna kevir ber bi mîzdankê va dest pê dibin û heke mîzrê bên astengkirin û gurçik biwerime, êşeke giran li kêlekê derdikeve û carinan jî xwîn tev li mîz dibe.

Ji hegerên herî giring ên çêbûna kevir em dikarin amaje bi raboriya malbatî, giraniya zêdebarî ya leşî, venexwarina têr a avê, zayenda nêrza, xebata zêde ya tîroîdê, xwarina pirrxwê yan têrproteîn û bikaranîna hin dermanan bikin.

Pisporekî pizîşkî di vî warî da hişyarî da: Gellek nexweş piştî neştergeriyê hest dikin ku pirsgirêka çêbûna kevir hatiye çareserkirin, di halekî da ku ew hewcedarê miqatebûn û şopandina berdewam in. Wî teqez kir ku vexwarina 3.5 şilekiyan di rojê da divê bibe sebeb ku derdora 2.5 lître wek mîz ji leşî derkeve.

Herwiha pergaleke xwarinê ya hevseng pêkhatî ji mêwe û sebzeyên taze, goştê kêm-çewr, şîremeniyên kêm-çewr û dexl û dana tevav, bi taybet mêweyên ku rêjeya Vîtamîna C di wan da zêde ye weke Kîvî û mizremeniyan (pirteqal û hwd) ji bo van nexweşan gelekî sûdmend e.

Serepeyv