Kanûn 17, 2025 14:10 Asia/Tehran
  • Em çawa di serdema meziniyê de hevalan peyda bikin?

Me hemiyan ev hevok bihîstiye ku "Peydakirina hevalan di serdema dibistanê da çiqasî hêsan bû". Dema betlaneya rojane ya polê, xwarina sandwîçekê yan heta bideyndana pênivîsekê têrê dikir ku hevaltiyek pêk were ku bi salan berdewam be.

Lê em çawa di serdema meziniyê da hevalan peyda bikin? Di serdema ku pejirandina lihevgermbûnê dijwar e, dem hindik e û gelek hesab dikevin navbera têkiliyan, em çawa têkiliyên nû ava bikin?
 

Gelo peydakirina hevalan di serdema meziniyê da dijwar xuya dike? Lê nabe ku mirov bêhêvî bibe:
 

1 - Qanûna "dewama têkiliyê" cidî bibîne

Van şert û mercan ji nû va ava bike. Beşdariya di kûrsên fêrkariyê yên çend hefteyî (wekî ziman, kod-nivîsîn û hwd). Bandora lihevnêzikbûnê dibe sebeba pêkhatina hesta pêbawerî û nasyariyê.

2 - Ji teknolojiyê alîkariyê wergire

App'ên peydakirina hevalan: Hin bername hene ku tenê taybetî peydakirina hevalan in

Komên xwecihî: Li hinek platforman rûdanên bajarê xwe peyda bike û here rêûrismên cûrbicûr

3 - Meraqên hevbeş, pêkhênera herî bihêz a hevaltiyê

Li dewsa mirovan berê xwe bide meraq û eleqeyan. Komên çiyagerî yan klûbên xwendina pirtûkan: Ev kûrs dibine sebeba ku kes bi hev ra biaxivin û navbera wan germ bibe.

4 - Bbîne ziman ku tu bi dû hevaltiyê yî

Ji hevkar an nasyaran ra bibêje: "Ez nû hatime vê tax û navçeyê û gelekî hez dikin kesên nû nas bikim. Encam: Xelk pirranî hez dikin alîkariyê bidin.

5 - Hevaltiyên qedîmî dîsan çalak bike

Peyameke sade ji bo hevalekî xwe yê kevn bişîne. Piştrast be ku aliyê hember ji axaftina bi te ra kêfxweş dibe.

6 - Hunera guhdarîkirin û pesindanê

Dema kesek diaxive, bi dû xalên hevbeş bigerre û wan berçav bike.

7 - Qanûna 14-roj (wekî biyaniyan nebe)

Rêçareya pratîkî: Heke dixwazî digel kesinan germ û gurr bibî, herî kêm her 2 hefteyan carekê pê ra têkilîya telefonî dayîne yan hevdu bibînin.

8 - Bixwe koma hevaltiyê ava bike

9 - Karên xwebexşane pêk bîne

10 - Bi sebir û hedar be û hêviya xwe ji dest nede

Avakirina hevaletiyeke germ û nêzik di serdema meziniyê da li gorî lêkolînan hewceyî derdora 200 saet dema hevbeş e.

Serepeyv