Mijdar 28, 2025 17:40 Asia/Tehran
  • Xwarina bêtam yan hişê aloz? Sirra tama rasteqîne ya xwarinê di zihnê te da ye

Lêkolîn nîşan didin ku strês dikare hesta tamkirinê heta rêjeya sedî 30 kêm bike.

Ev keşifkirin nîşan didie ku çima piştî rojeke tijî kêşe û strês, xwarek ji bo me bê tam tên xuyakirin, di halekî da ku heman xwarek di şert û mercên aram da gelekî baş e.


Bandora nebûna baldariyê li ser tama xwarekê

Dema ku di wextê xwarina xwarekê da mijûlî karekî din in, çi temaşekirina fîlmê be yan bersivdana bo peyaman, zihnê me derbasî haleta jixweber û automatîk dibe. Di vê haletê da, me bala xwe nadin ser nîşane û hûrgiliyên têrbûnê û tama rasteqîne ya xwarekê bi başî tê nagihêjin. Lêkolîna ku sala 2011an pêk hat, nîşan da kesên ku dema navrojê , lîstika komputerî pêk dianîn, ne tenê hesta têrbûnê ya kêmtir hebûn, belkî zêdetir jemeke xwarinê ya cihê jî dixwarin.


Çawa aramî tama xwarekê baştir dike?

Strês û bêhedarî dikarin hesta me ya tamijînê kêm bikin. Di ceribandinekê li sala 2021ê da beşdarên ku fîlma tirsnak temaşe kiribûn, anegorî yên ku fîlma pêkenî yan belgefîlm dîtibûn, ava mêweyê wek kêmtir şîrîn nirxandin. Berovajî, dema ku em aram û li nav koma hevalan in, mejiyê me dopamîn û serotonînê azad dike û xwarek xweştamtir tê xuyakirin.


Hin rêkarên sade ji bo tamijîna baştir a xwarekê

1 - Beriya xwarinê raweste: Piştî rojeke tijî kêşe û strês, pênc deqeyan derfet bide xwe. Mûzîka aram belav bike, çend bêhnên kûr bikişîne yan jî digel kesê/a ku te aram dike, bixwe.

2 - Xwarekê bi xweşikî bixwe: Teşe, mezinahî û rengê dewriyê bandorê li têgihîştina tama xwarekê dike.

3 - Baldar be: Dema xwarina xwarekê bala xwe bide ser bêhn, pêkhate û tama her pariyekî.

Serepeyv