Mijdar 24, 2025 15:08 Asia/Tehran
  • Rola alavên dîjîtal di têkçûna hiş a pêşwext da

Di salên adwî da hejmara kesên kêmtemen ên tûşbûyî bi têkçûna hiş bi awayekî nîgeranker zêde bûye û pispor bikaranîna zêdebarî ya mobayl, laptop, tablet û alavên bi vî rengî wek beşeke hegera vê pêvajoyê dizanin.

Li gorî ragihandina Saziya 'Dementia Australia'yê, hejmara kesên ku di deheya 20 û 30 ji temenê xwe wek tûşbûyî bi têkçûna hiş tên diyarkirin, zêde bûye û ev zêdebûn bi heyama ku ji bo bikaranîna alavûn dîjîtal tê terxankirin ra tê girêdan. Helbet rêjeya herî zêde di koma temenî ya 30 heta 44 salî da hatiye dîtin ku di heyama salên dawî da geşekirineke sedî 400 di rêjeya tûşbûna wan bi têkçûna hiş da hatiye tomarkirin.

Têkçûna hiş vê demê wek hokara sereke ya mirinê li vî welatî tê naskirin û ketiye pêş nexweşiyên dil. Di sala 2024an da, zêdetirî 17 hezar û 500 kes li Australyayê ji ber têkçûna hiş ji wan ji ber nexweşiya Alzeymerê mirin ku sedî 95ê van kesan mezintir ji 75 salî bûn.

Rêxistina Dementia Australia'yê hişyarî dide ku kapasîteya me ya mei'rifî ji ber terxankirina demeke dirêj ji bo van alavan, bikarneanîna mejiyê xwe weke berê û kêmbûna têkiliya bi kesên din ra, kêm dibe û bi geşekirina Hişê Çêkirî, asta hesabkirin û afirîneriyê jî kêm bûye; ji ber ku dema ku em mijûlî bikaranîna van alavan in, nîveka rastiyê ya mejiyê xwe ku berpirsa afirînerî, bîr, pêvajokirina hest û danûstanan e, kêmtir bikar tînin.

 

Serepeyv