Em bixwe pirtûkan naxwînin, lê zarokê pirtûkxwîn dixwazin
Pirtûk ji me dixwaze ku 'hundirê xwe" bisêwirînin. Dema ku em dixwînin "Kurik li nav daristanê reviya', zihnê me bixwe daristanê ava dike: Dar, mij, dengê balindeyan. Lê lîstika dîjîtal her tiştî hazir û amade radixe ber çavan. Zarokê îro rahênana xeyalkirin û sêwirandinê nake; ew tenê bi kar tîne.
10 sal berê eger mirov li nav otobûs yan metroyê rûniştiba, hîn didît ku hinek kes pirtûkek girtine destê xwe, lê roja îro hema bêje serê hemiyan ber bi xwarê ye, lê ne ber bi pirtûkê... şaşeyên mobaylê dewsa pirtûkê girtine.
Dema ku xeyal dimire
Pirtûk ji me dixwaze ku 'hundirê xwe" bisêwirînin. Dema ku em dixwînin "Kurik li nav daristanê reviya', zihnê me bixwe daristanê ava dike: Dar, mij, dengê balindeyan. Lê lîstika dîjîtal her tiştî hazir û amade radixe ber çavan. Zarokê îro rahênana xeyalkirin û sêwirandinê nake; ew tenê bi kar tîne.
Ji çîrokê heta ecibandinê; guherîna nimûneya pênaseyê
Di raborî da zarokan bi kesayetiyên çîrokî geşe dikir; ji 'Tam Sayr' heta 'Cûtyarê fîdakar'. Lê roja îro, zarok qaremanên xwe ji nav Strîmêr, Înflûensêr û Gêymêran hildibijêrin. Fezaya mecazî cîhan kiriye neynikeke bêrehm. Lê pirtûk neynikeke hundirîn e.
Ji temaşeker heta beşdar
Di pirtûkê da xwîner bixwe 'beşdar' e; ew divê wateyê ava bike û bi awayekî bibe hevrêyê nivîskar. Lê di fezaya mecazî da, berdeng pirrî caran 'temaşeker' e. Ev cihêwaziya biçûk, dûhateke mezin bixwe ra tîne.
Rola dêûbavan; ji lomekirin heta hevrêtiyê
Gelek ji dêûbavan roja îro gilî dikin ku çima zarokên wan pirtûk naxwînin, lê bi rastî wan bixwe cara herî dawî kengî pirtûk xwendiye? Mala ku tê da televîzyon an mobayl hertim vekirî ye, çawa mirov dikare çaverê be ku pirtûk cihê xwe di zihn û mejiyê zarok da veke?
Fêrkarî û dibistan; xeleka windabûyî
Dibistanênme pirranî pirtûkê wek 'Erka dersî' didin nasandin, ne ku 'Kêf û lezet'. Pirtûkên dersê pirranî req û hişk in û bala zarokan nakişînin; bêyî wêne û bêyî balkêşiyên wêneyî û xwezayî ne.
Pêşeroja ku hîn jî dikare were nivîsîn
Tenê bes e ku em dîsan cîhana pirtûkê zindî bikin, bi şiklên nû, bi çîrokên ku bi zimanê îro diaxivin, bi pirtûkfiroşiyên ku sitargeh in ne ku depo û embar.