Guherîn di şêwaza jiyana îranî da; ji takekesîtiya rengvedanî heta venasandina malbatê
Guiherînên şêwaza jiyanê li civaka îranî êdî tenê gherînên di selîqe, bikaranîn an şêwaza lixwekirina cil û bergan nagire ber xwe, belkî nîşaneyên veguherînên kûr di zihniyeta komî û têgihîştina xelkê ji têgehên bingehîn weke 'kîyetî' û pênase, 'malbat' û 'rola civakî' ne.
Ev guherîn ne tenê di asta tevgeriyanê da, belkî di berûlayên bêhemdiya çandî û xwe-agahiya komî da qewimîne.
Ji hêla teorî va, em dikarin vê pêvajoyê di çarçoveya tiştê ku 'Anthony Giddens'ê civaknas wek 'Modernîteya rengvedanî' (Reflexive modernization) bi nav dike, şirove bikin; cihê ku mirovê nûjen, li dewsa qebûlkirina tekûz a qayîde û rêzikên kevn, berdewam jiyana xwe dide ber venihêrîn û fikirîna dubare. Di rewşeke wisa da, takekesîtî şûna kombingehiyê digire û biryardana li ser zewac, zarokanîn an heta jiyana tak û tenê, ne li gorî kevneşopiyê, belkî li gorî bijartinên rengvedanî pêk tê.
Di vê rêgehê da, civaka îranî weke gelek civakên di rewşa guheztinê da, tûşî 'rîska çandî' dibe; têgeha ku 'Ulrich Beck'ê civak nas wê wek dûhata hetmî û neçarî ya nûjenbûn û modernîzasyonê dizane. Çiqasî mirovê modern zêdetir ji sînordariya kevneşopiyê rizgar dibe, ewqasî jî digel netekûziyên zêdetir di nirx û têkiliyên mirovî rûbirbû dibe.
Di hêla çandî da jî, tiştê ku 'Pierre Bourdieu'yê civaknas wê wek 'Cihêwazî' bi nav dike, di civaka îranî da rastiya xwe nîşan dide. Nifşa nû (Z) ji bo nîşandana cihêwaziya xwe ya çandî digel nifşên berê, şêwaza jiyan û heta şêwaza zimanî ya cihêwaz wek amûrekê ji bo nîşandana cihêwaziyê bi kar tîne.
Lê raserî tevahiya van veguherînan, saziya malbatê hema wisa xwedan kapasîte û şiyana venasandin û sazbûnê ye. Malbata îranî tevî zextên modernîzasyona medyayî, hîn jî wek sitargeheke hestbarî û tora piştevanî û civakî wateya xwe heye.
Li gorî vê yekê, venihêrîn û vefikirîn di siyaseta malbata di halê derbasbûna ji nêrîna îdeolojîk ber bi nêrîneka rengvedanî û çandî ye; nêrîna ku li dewsa pêkanîna qelaş û veqetiyanê di navbera nifşan da, pişta xwe dide gotûbêj û venasandina hevpar a têgehan.
Veeguherîn di şêwaza jiyana îranî da divê wek nîşaneyeke bilûxa civakî were zanîn; qonaxek ku civak tê da di navbera sozdariya der heqê kevneşopiyê û meyl û meraqa bo azadiya takekesî da, di rewşa gotûbêjeke drûnî da ye û siyasetdarêştina çandî jî vê gotûbêjê dibihîze û di rewşeke wisa da dibe ku malbata îranî di rûbirûbûna digel modernîzasyon û nûjenbûnê da, hewl dide ji bo brdewamiya wê, wate û qahêmbûneke nû bi dest bixe.