Mijdar 14, 2025 14:44 Asia/Tehran
  • Modela nû ya Hişê Çêkirî yê Microsoft'ê dê bi zûtî bibe hevkarê bikarêneran

Microsof li ser cûreyeke nû ya modelên Hişê Çêkirî kar dike ku ne tenê alîkariya bikarêneran dike, belkî wek karmendekî tam û pispor dixebite.

Ev qaşo 'Bikarênerên biryarder' dê rêk weke hevkarekî mirovî bi zûtî bibin xwediyê E-Mail, hesab û ID'ya xwe li nav kompaniyê.

Ev modelên biryarder ên Hişê Çêkirî weke Microsoft Copilot û Claude assistant'ê nînin, ji ber ku dikarin E-Mail bişînin, tev li civînan bibin, faylan serrast bikin û erkên xwe bi awayê xwebixwe bi cih bînin. Bi gotineke din, Microsoft mijûl e karmendên dîjîtal çê dike.

Digital Trends'ê ragihandiye ku ev yek dikare çalakiya hêza kar bi awayekî berçav biguherîne, ji ber ku mirov dibe ku digel karmendên Hişê Çêkirî hevkarî bikin, wan bi rê va bibin yan çavdêriyê li ser wan bikin. Bi vî rengî behrewergirtina karî dikare zêdetir bibe, lê bi heman radeyî jî aloziyên têkildarî birêvebirin, ewlehî û exlaqê dikarin zêdetir bibin.

Serepeyv