Em çawa rêz li qada taybetî ya kesên din bigirin?
Roja îro bi pêşketina teknolojî û berfirehbûna alavên têkiliya komî, mijara qada kesî û taybet hewceyî bi venasîn û nêrîneke nû heye.
Bê guman nasyariya digel vê têgehê, alîkariya mirov dike ku di têkiliyên xwe da nehêle kesek sînorên wî yên şexsî derbas bike. Bi vî rengî, mirov bi berçavgirtina van rêzikan û reftara xwe ya civakî, dikare dîmeneke pêbawer û hezkirî di zihnê berpeyvê xwe da bineqişîne.
Qada taybetî yan herêma şexsî çi ye?
Qada taybetî tê wateya bifermînaskirina nêrîn û azadiya kesane ya xwe û kesên din. Pêngava yekem di naskirina vê têgehê da ew e ku mirov hem wê yekê bizane û hem li ber av bigire; ji ber ku eva xwehezî û çaverêtiyeke fêzane ye ku em qada taybetî ya kesên din bi fermî nas nekin, lê çaverê bin ku ew rêz li qada kesane ya me bigirin.
Çima em hez dikin xwe têkelî qada taybetî ya kesên din bikin?
Yek ji hegerên ku em han dide midaxileyî qada taybetî ya kesên din bikin, bidestxistina lezeta zêdetir û piştrastbûn e. Hegera din bandora xwedîtiyê ye.
Hinek ji mînakên herî nasyar ên binpêkirina qada taybetî ev in:
Guhdarîkirina enqest a axaftinên telefonî ya kesên din bêyî destûra wan
Vekirina name, peyam an E-Mailên şexsî bêyî rezamendiya xwediyê wan
Sehkirina mobayl, tablet an laptopa kesên din bêyî destûra wan
Têketina nav atmnosfera fîzîkî ya şexsî ya kesên din bêyî derîlêdan an wergirtina destûrê
Aşkirakirina zanyariyên taybetî yên kesekî bo kesên din
Pirsên gelekî taybetî û netêkildar ku kesek hez nake bersiv bide
Şopandina fîzîkî yan dîjîtalî ya kesên din bi niyeta lêgerîn û sehkirinê