Sûd û feydeyên xwarina xwezayî çi ne? - Beşa Yekem
Berçavgirtina tenduristî û jiyana mayînde, bijartina xwareka xwezayî û veneguhertî bûye mînakeke hezkirî li nav civakên cûrbicûr da. Ev cûreya xwarekê ne tenê ji hêla xwariniyê va alîkariya leşê mirov dike, belkî roleke giring di baştirkirina xebata sîstimên cûrbicûr ên leşî, piştevaniya ji cûtyarên xwecihî û kêmkirina bandorên wêranker ên jîngehî heye.
Xwarina xwezayî çi ye û çi giringiyeke wê heye?
Xwarina rasteqîne yan xwarina xwezayî ji van xwarinan ra tê gotin:
Nehatine veguhertin; yanî di çend pêvajoyên guhertinê ra derbas nebûne.
Madeyên kîmyayî li wan nehatine zêdekirin.
Lêvanlêv û tijî ji madeyên dewlemend in.
Di beşa yekem a vê nivîsarê da em ê bi hev ra hinek sûd û feydeyên berfireh ên bikaranîna xwarekên xwezayî vekolînin.
1 - Tijî ji madeyên dewlemend ên giring: Xwarinên xwezayî û veneguhertî yên heywanî û giyayî dikarin vîtamîn û madeyên kanzayî yên hewce ji bo tenduristiyê dabîn bikin.
2 - Baştirkirina xebata mejî: Pergala xorakî ya tijî ji esîdên çewr ên Omêga-3, Antî-Oksîdan û madeyên din ên dewlemend dikarin xebata mejî û bîra mirov baştir bikin.
3 - Sûdmend ji bo tenduristiya dil: Xwarinên xwezayî yên lêvanlêv ji antî-oksîdanan, menyezyûm û çewriyên sûdmend alîkariyê didine tenduristiya dil.
4 - Zêdekirina enerjiyê û kêmkirina westiyanê: Xwarina xwarinên xwezayî û veneguhertî dikare asta enerjiyê berz bike û pêşî li westiyanê bigire.
5- Rîşala zêde: Bikaranîna rîşalê (fîber) gelek sûd û feydeyan ji bo tenduristiyê dabîn dike; ji wan baştirkirina pêvajoya mehandina xorakê, tenduristiya metabolîk û hesta têrbûnê.
6 - Alîkarî ji bo birêvebirina şekira xwînê: Pergala xwarinê ya tijî ji fîbro-xwarinên heywanî yên veneguhertî dikare asta şekira xwînê kêm bike.
7 - Sûdmend ji bo çerm: Xwarina xwezayî dikare ji bo parastina çermê mirov alîkar be.
8 - Alîkarî bo kêmkirina Trî-Glîsîrîdê: Xwarina xorakiyên weke masiyê çewr, goştê kêm-don, pincar û sebze û herwiha çerezan asta Trî-glîsîrîda xwînê kêm dike.
9 - Tijî ji çewriyên sûdmend: Rûnê zeytûnê çavkaniyeke dewlemend ji Esîl Olîkê ye; dendikên wê jî çavkaniyeke baş ji esîdên çewr ên Omêga-3 ne.