Cotmeh 19, 2025 14:20 Asia/Tehran
  • Zanista Mantyrayê: Çawa dubarekirina peyvekê dikare mejî û jiyana te biguherîne? - Beşa Duyem

Di cîhana îro ya bilezûbez û pirr heyt û hût da ku mejiyê be berdewam dikeve ber zanyarî û handêrên bêdawî, lêgerîna ji bo aramiyê û lêhûrbûn û terkîzê bûye hewceyîyeke bingehîn.

Di nava hejmareke zehf a rêbazên birêvebirina strês û zîhn-agahiyê, şêwazeke kevnar bi hêza xwe ya ecêb, bala zanyar û xelkê kişandiye ser xwe: Mantra. Di beşa yekem a vê nivîsarê da me danasîna zanista Mantrayê û bandorên wê li ser mejî vekoland.

 

Di beşa duyem a vê nivîsarê da em ê bala xwe bidin ser bandorên din ên Mantrayê û feydeyên wê yên zanistî û derûnnasiyê.

 

Guherînên pêkhateyî di mejî da

 

Dibe ku encama zanistî ya herî ecêb û seyr ev be ku rahênana berdewam a Mantrayê dikare pêkhateya fîzîkî ya mejî biguherîne, di wan:

 

Zêdekirina madeya gewrZ: Di hin deveran ji wan qata pêş-eniyê ku berpirsa biryardan, plandarêîştin û kontrolkirina baldariyê ye.

 

Kêmkirina çalakiyê li Amîgdalê: Navenda tirsê û bersivên heyecanî li mejî ku dibe sebeb kêmtir bikeve bin bandora strêsê.

 

Xurtkirina Însûlayê (Insular): Deverek ku têkiliya wê digel xwe-agahî û têgihîştina haletên derûnî heye.

 

Ev encam nîşan didin ku feydeyên Mantrayê dikarin bibin sebeba guherîna mayînde di şêwaza xebat û pêkhateya mejî da.

 

Feydeyên zanistî û derûnnasiyê yên Mantrayê

 

Rahênana Mantrayê bereyeke berfireh a feydeyên hestpêkirî ji bo tenduristiya leş û derûna mirov dabîn dike:

 

Kêmkirina strês û bêhedariyê / Baştirkirina terkîz û baldariyê / Zêdekirina Xwe-agahiyê û hevsoziya digel xwe / Birêvebirina baştir a heyecanê / Xurtkirina bîr û têgihîştinê

 

Mantra di jiyana rojane da

 

Sêwirandineke herî mezin a şaş derbarê Mantrayê ev e ku bikaranîna wê tenê li civînên mdîtasyona fermî sînordar dimîne. Medîtasyona fermî ji bo rahênana tevav a mejî gelekî baş e, lê hêza rasteqîne ya Mantrayê ev e ku wek amûreke bilez di jiyana rojane da û ji bo qutkirina xeleka hizrên nerênî were bikaranîn.

 

Em çawa medîtasyona Mantrayê dest pê bikin

 

Dubarekirina Mantrayê diheyama strêsê da / Rawestana agahane / Bikaranîna mantrayê di heyama karên rojane da / Destpêkirin û bidawîanîna rojê digel Mantrayê hizrên erênî û xewa aram dide mirov.

 

Pêngavên sereke yên rahênanê

 

1 - Dem û cihê guncaw

 

2 - Rûniştina rehet

 

3 - Bêhnkişandin

 

4 - Destpêkirina dubarekirina Mantraya xwe

 

5 - Vegerriyana aram

 

6 - Rawestandina mantrayê

Serepeyv