Cotmeh 17, 2025 09:23 Asia/Tehran
  • Zanista Mantyrayê: Çawa dubarekirina peyvekê dikare mejî û jiyana te biguherîne? - Beşa Yekem

Di cîhana îro ya bilezûbez û pirr heyt û hût da ku mejiyê me berdewam dikeve ber zanyarî û handêrên bêdawî, lêgerîna ji bo aramiyê û lêhûrbûn û terkîzê bûye hewceyîyeke bingehîn.

Di nava hejmareke zehf a rêbazên birêvebirina strês û zîhn-agahiyê da, şêwazeke kevnar bi hêza xwe ya ecêb, bala zanyar û xelkê kişandiye ser xwe: "Mantra". Di beşa yekem a vê nivîsarê da danasîna zanista Mantrayê û bandorên wê li ser mejî vedikolînin.

 

Mantra çi ye?

 

Mantra diyardeyek e ku zanistên nûjen, nemaze Zanista Rehnasiyê (Neuroscience), mekanîzm û sûdên wê yên zehf ji bo tenduristiya derûnî û leş keşif dike. Di rastiyê da Mantra xaleke navendî ya dengî yan zimanî ye ku bi dubarekirina rîtmîk, çalakiya şebekeyên mejî yên têkildarî hizrên sergerdan kêm dike û mejî ber bi rewşa aramî û lêhûrbûnê (pêlên Alfa û Beta) va dibe. Peyva Mantra'yê ji zimanê Sanskrîta kevnar hatiye wergirtin û pêkhateyek ji du beşan e: 'man' bi wateya 'zihn' û 'tra' bi wateya alav û amûr e. Mantrayên nasyar weke "Om" wek dengê bingehîn ên keyhanê di van kevneşopiyan da tên naskirin.

 

Cûreyên Mantrayê

 

1 - Mantrayên kevnar (Sanskrît): Ev mantra weke "Om" yan "So Hum" xwedan livdariyên dengî yên taybet in ku tê gotin bandorên wan ên fîzyolojîkî û derûnî yên bihêz hene.

 

2 - Mantrayên tekeziyê: Evana bêje û hevokên erênî û kesanekirî ne ku bi zimanê dayîkê yê mirov tên vegotin. Hin hevok weke "Ez di aramiyê da me" yan "Ez bihêz û bi terkîz im".

 

3 - Mantrayên 'Bija': Evana mantrayên take-kîteyî ne ku wek 'Dengên toxim' tên naskirin û her yek ji wan digel navendeke enerjiyê ya leşî yan jî 'Çakra'yan (Chakra) di têkiliyê da ne.

 

Bandora li ser pergala rehnasiyê ya xwerêveber (ANS)

 

Pergala rehnasiya xwerêveber a me ji du beşên sereke pêk tê: Pergala Sîmpatîk (berpirsa bersiva şerr an reviyanê) û Pergala Para-Sîmpatîk (berpirsa bersiva aramî û mehandinê). Strêsa demdirêj, pergala Sîmpatîk zêde ji asta pêwîst di rewşa çalak da radigire. Lêkolîn nîşan didin ku medîtasyona Mantrayê nemaze dema ku hevrê digel bêhnkişandina aram û rîtmîk be, Rehê Vagus (Vagus nerve) tehrîk dike. Ev reh kilîlê sereke yê çalakkirina Pergala Para-Sîmpatîk e. Di encamê da, lêdana dil kêm dibe, zexta xwînê rêkûpêk dibe û leş ji rewşa strêsê vediguhere rewşa aramiyê.

 

 

Pêlên mejî û Hevgavkirina rehî (Neural Synchronisation)

 

  • Pêlên Beta: rewşa hişyarî, hizirîna çalak û carinan strês
  •  
  • Pêlên Alfa: Rewşa aramiyê, rehetî û hizirîna afirînerane.
  •  
  • Pêlên Teta: Rewşa medîtasyona kûr, çêkirina xewn û xeyalan û bîrê.

 

Medîtasyona Mantrayê bi awayekî bibandor çalakiya pêlên mejî ji Beta ber bi Alfa û Tetayê va dibe. Ev guherîn, hesta aramiya zêde û kêmkirina 'heyt û hûta mejî' bi xwe ra tîne. Dubarekirina rîtmîk a Mantrayê dibe sebeba diyardeyek bi navê 'Hevgavkirina rehî' (Neural Synchronisation) û pêkanîna terkîz û rewşeke zihnî ya mayînde.

 

 

 

 

 

 

Serepeyv