Cotmeh 09, 2025 12:48 Asia/Tehran
  • Em çawa netirs û wêrek bin? Rêbernameya pratîkî ji bo veguherîna wêrekiyê bo adeta rojane - Beşa 2

Wêrekî taybetmendiyeke gewherî û cadûyî nîne ku hinek digel wê ji dayîk bibin û hinekên din jê bêpar bin.

Wêrekî pisporiyeke hînbûyî, bijartineke agahane û di rastiyê da 'masûlke'yeke derûnî ku mirov dikare bi rahênanên rojane, eynî weke masûlkeyeke fîzîkî çê bike.

Li beşa pêştir me bala xwe da ser danasîna wêrekiyê û peydakirina kok û rehên tirsê; di vê beşê da em ê hin rêkaran ji bo rûbirûbûna digel tirsê û eva ku em çawa wêrektir bin, raber dikin.

 

7 rêkarên pratîkî ji bo ku biwêr û netirs bin:

1 - Tisa xwe nas bike, navekî lê bike û bi hûrî şirove bike

Li dewsa gotina hevoka giştî ya “Ez ditirsim”, rêk û deqîq ji xwe bipirse: “Ez ji çi ditirsim?”. Lîsteyek ji hemî tirsên xwe binivîse. Binavkirina deqîq a tirsê, wê ji dêweke nenas vediguherîne bo komelek ji pirsgirêkan ku dikarin bên birêvebirin.

2 - Pêşwazî li berziyanbûn û pejirandina kêmasîyê

Rahênana hevsoziya digel xwe bike. Li dewsa lomekirina xwe piştî şaşitiyekê. ji xwe ra bibêje: “Xwezayî ye ku ez şaşitî bikim. Ev beşeke pêvajoya hînbûnê ye.” Pejirandina kêmasî û çewtiyan, zext û guvaşa derûnî ji bo bêkêmasîbûnê ji ser milê te radike.

3 - Ji pêngavên gelekî biçûk dest pê bike

Ev rêbazeke pratîkî di derûnnasiyê da ye. Lîsteyek ji hemî pêngavên biçûk ku te ber bi armanca te ya tirsnak va dibin, bi rêzê ji ya herî hêsan heta herî dijwar amade bike. Piştra ji pêngava herî hêsan  a mumkin dest pê bike.

4 - Asta zanîn û pisporiya xwe berztir bike

Rêyeke herî baş ji bo kêmkirina tirsa ji babetên nenas, veguherîna wan bo tiştên naskirî ye. Çiqasî di warekî da zanist û pisporiya te zêdetir be, ewqasî bi dilnîyayîya zêdetir digel pirsgirêkên wê rûbirû dibî.

5 - Senaryoya herî xirab ji bo xwe analîz bike

Demekê terxan bike û bi hûrgiliyên tevav, senaryoya herî xirab ku mumkin e di rewşa şikestê da biqewime, binivîse. Piştra ji bo her beşeke wê senaryoya bi karesat, sê pirsan ji xwe bipirse: 

5-1: Ez çawa dikarim pêşî li qewimîna vê rûdanê bigirim?

5-2: Eger ev rûdan biqewime, ez çawa dikarim zirar û ziyana wê bigihînim asta herî kêm?

5-3: Eger ev rûdan biqewime, ez çawa dikarim wê vegerrînim rewşa asayî?


6 - Nimûneyeke wêrekiyê peyda bike û piştevaniya kesên din bi kar bîne

Xwendina jiyannameya kesên wêrek dikare bibe çavkaniya îlham û bandorê di jiyanê da. Ji bilî vê yekê, tirsên xwe digel hevalek yan endamekî pêbawer li nav malbatê parve bike. Axaftina li ser tirsê, hêza wê kêm dike.


7 - Bibe beşek ji 'Çima'ya xwe ya mezintir

Wêrekî demekê hêsantir dibe ku di xizmeta 'Çima'yeke mezintir ji tirsê bixwe da be. Dema ku tu bizanî kiryara te ji bo bidestxistina bihayekî bingehîn di jiyana te da (weke geşekirin, rastbêjî, dadmendî, evîn an jî alîkariya bo kesên din) ye, bidestxistina vîn û îradeyê ji bo serkeftina li hember tirsê gelekî rehettir dibe.

 

Serepeyv