Zimanê çêkirî bi diqeteke zêde taman nas dike
Lêkoleran bi bikaranîna teknolojiya Grafênê û Hişê Çêkirî zimanekî çêkirî pêş xistine ku dikare taman bi diqeteke nêzikî mirov nas bike.
Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Erkantiya Taybet a Pêşxistina Teknolojiya NANO'yê, Lêkolerên Akademiya Zanistan a Çînê (CAS) û Zanîngeha Teknolojiyê ya Şandongê karîne hîskerekê li ser binemaya Grafên-Oksîdê çê bikin ku bi akîkariya hînbûna maşînî, dikare taman bi diqeteke nêzikî hîsê çêjînê yê mirov nas bike.
Ev amûr ku bi awayekî tay6bet ji bo xebitîna li atmosferên şêdar û şil (weke nav devê mirov) hatiye dîzaynkirin, dikare guherîneke mezin di pêşeyên xwarin, pizîşkî û teknlojiyên têkildarî hîsê çêjînê pêk bîne.
Gerçî ku ev teknolojî hîn di qonaxa testê da ye, lê potensiyelên wê di pêşeyên xwarek, kontrola kualîteya berheman û di warên pizîşkî da gelekî berfireh e.