May 10, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Kompaniyeke spanyayî GPS'ê dibe ser Heyvê

Projeya LUPINE'ê dê setlaytên heyî di xolgeha heyvê ji bo alîkariya bo dîtina rêgehê li ser asta Heyvê bi kar bîne.

Li gorî rapora ISNA'yê, Heyv dê GPS'a taybetî xwe wergire.

Kompaniya spanyayî ya GNV'ê ku komeke bazirganî bi ezmûna berfireh di beşa fezayî da ye, di fikra damezirandina pergaleke peydakirina cih û rêgehê ji bo Heyvê weke GPS'a ser Erdê ye.

Navê vê projeya bilindfirrane LUPINE e û armanca wê alîkariya bo fezagerr, pêşeger û heta koçberên pêşerojê ji bo gerriyana hêsantir li ser heyvê ye.

Kompaniya GMV'ê bi hevrêtiya Ajansa Fezayî ya Ewropayê LUPINE'ê bi pêş dixe; eva hevbeşiyeke karî ye ku têkildarî yekemîn girêbesta dewletî ya vê kompaniyê di sala 1984an da ye.

Ev teknolojî setlaytên heyî di xolgeha Heyvê da û sîgnalên weke GPS'ê ji bo alîkariya bo fezagerr û Heyvgerran ji bo peydakirina cihê tam ê bicihbûna xwe li ser Heyvê bi kar tîne.

 

Serepeyv