Dem û şêwaza kunkirina guçikê zarokan
Adar 13, 2025 14:07 Asia/Tehran
Gelek ji dayîkan di kunkirina guçikê zaroka xwe da dudil in û hinek jî wisa difikirin ku beriya mezinbûna zaroka xwe guçikê wê kun bikin da ku zarok kêmtir êş û azarê hest bike. Biryara dawî di vî warî da vedigere ser dayîkê bixwe, helbet baştir e ku hin zanyarî li ser vê yekê werin zanîn.
Şîreta pizîşkan hertim ev e ku divê guçikê zarokê piştî temenê 6 mehiyê were kunkirin, ji ber ku pergala berevaniya leşî di vê temenê da bihêztir dibe; ya baştir ev e ku beriya kunkirina guçik, digel pizîşk rawêjkarî were kirin.
Beriya kunkirina guçikê zarokê dikare ji 30 heta 60 deqe pêştir zarok were bêhiskirin, her wiha dikare parçeyeke qeşayê li nav feraqekê bo heyama 10 heta deqeyan beriya kunkirinê li ser guçikê zarok were danîn.
Hin têbînî:
- Beriya her tiştî divê destên xwe paqij bikî.
- Piştî 6 hefteyan dikarî guharê biguherînî, lê divê haya te ji vê yekê hebe ku cûreya guhrê digel çermê zaroka te guncan be û wê hestyar neke.
- Rojê du caran bi dermanê taybet û pembû guçikê zaroka xwe paqij bike.
- Guharê ji guçikê zarokê derxîne û dîsan bixe ciyê xwe.
- Nehêle ku zaroka te guharên xwe heta 6 hefteyan ji guhê xwe derxe; ji ber ku eger kuna guçik bo heyamekê bê guhar bimîne, tê girtin.
- Naskirina hawkirina guçikê zarokê
- Eger guçikê zaroka te bo heyameke zêde sor bibe, bixure yan biêşe, baştir e ku nîşanî pizîşk bidî û dermanê taybet jê ra wergirî.