Adar 02, 2025 17:17 Asia/Tehran
  • Klîşe yan 'Stereotype' (1): Têgih û pênase

Cîhana îro bi awayekî pirr lezgîn tûşî guherînê tê û têkiliyên civakî berdewam aloztir dibin. Di vê çarçoveyê da, têgihîştina têgiha Stereotype yan jî Klîşeyê û bandorên wê li ser takekes û civakê xwedan giringiyeke taybet e. Di vê nivîsê da em hewl didin bi şêwazeke zanistî û têrûtijî têgiha Klîşeyê di hemî alî û rehendên wê da şirove bikin û balê bikişînin ser bandorên wê li ser tevn û binemaya civakî û derûnî ya takekesan.

Peyva "Stereotype" ji hêla etîmolojiyê va ji du peyvên yûnanî yên "Stereos" û "typos" pêk hatiye û tê wateya nimûne yan şêwaza neguher. Her wiha ev têgih di Zimanê Fransî da wek Klîşe (Cliché) tê bikaranîn ku derbasî hin zimanan wek Zimanê Farisî jî bûye.

Ji hêla bêjenasiyê va Klîşe yan 'Stereotype' pergaleke me'rifî ye ku tê da komelek bawerî û ramanên jipêşve darêştî li ser taybetmendî û tevgeriyana komeke diyarkirî ji mirovan çê dibin. Ev cûre bawer û raman piranî li ser bingeha zanyariyên sînordar an jî nedurist tên darêştin û bi awayekî giştî ji bo hemû endamên koma têkildar tên bikaranîn.

Ji hêla derûnnasiya civakî va, Klîşe rêbazeke me'rifî ye ku mejiyê mirov ji bo rêkxistina zanyariyan û kêmkirina aloziyê di pêvajoya têgihîştina hawîrdorê da bi kar tîne. Digel wê yekê jî, ev rêbaz û mekanîzm dibe sebeb ku wêneyeke sadekirî û netevav ji rastiyê were çêkirin.

 

Dîroka pêşketin û werara têgiha Klîşeyê

Têgiha Klîşeyê di warê civakî û derûnnasiyê da xwedan raboriyeke dûr û dirêj e. Walter Lippmann rojnamevan û şirovekarê amerîkî di sala 1922an da li Pirtûka "Bîr û raya giştî" cara yekem ev têgih bi kar anî û wek "Wêneya nav mejiyê me" da nasandin. Li pey Şerê Cîhanî yê Duyem, lêkolînên zanistî li ser têgiha Klîşeyê nemaze li dû diyarbûna bandorên wê yên nerênî di pêkanîna cihêkarî û nijadperestiyê da zêdetir bûn.

Di deheya şêstî ya sedsala bîstem da hin lêkolerên wekî Gordon Allportê amerîkî û Henri Tajfelê berîtanî roleke giring di berfirehkirina têgihîştin zanistî li ser Klîşeyê lîstin. Di deheyên heftê û heştêyî da, lêkolîn zêdetir bûn û teoriyên nû serî hildan.

 Di beşên din ên vê nivîsê da em ê qala hin nimûneyên têgiha Klîşeyê, teoriyên sereke yên klîşeyê, cûreyên klîşeyê û bandorên wê yên erênî û nerênî li ser takekes û civakê bikin.

 

Serepeyv