Encama lêkolînekê; Xelkê helbestên Hişê Çêkirî li hember helbestên Shakespeare vebijartin!
Lêkolîneke nû nîşan daye ku xelk helbestên berhemhatî bi rêya Hişê Çêkirî li hember helbestên "Shakespeare" vedibijêrin; ji ber ku bi nêrîna wan helbestên Hişê Çêkirî ciwantir in û têgihîştina wan hêsantir e.
Li gor rapora ISNAyê, Di lêkolîneke nû da hinek ji berhemên rastîn ên kesayetên wêjeyî yên mezin ên wekî William Shakespeare, Lord Byron, Geoffery Chaucer û TS Eliot digel hin bizarkirinên şêwaza wan a wêjeyî ku bi rêya ChatGPT va hatibûn berhemanîn, hatin hevrûkirin.
ISNAyê ji zarêDaily Mailê nivîsiye, zêdetirî sê çaremê beşdarên di vê lêkolînê de, helbestên Hişê Çêkirî lin hember helbestên rastîn û resen vebijartin û bi awayê navgîn, puenek zêdetir ji wan ra berçav girtin.
Helbestên berhemhatî bi rêya Hişê Çêkirî di ceribandinên kor da ku beşdarên wan nedizanîn ka kîjan helbest ya rast û resen e, bi rîtma baştir û bedewiya zêdetir hatin nirxandin; lê dema ku ew ji pêş va hatin agehdarkirin ku kîjan ji helbestên berhemhatî bi rêya Hişê Çêkirî û kîjan ya rast û resen e, bi giştî helbestên Hişê Çêkirî xirabtir hatin nirxandin.
Herwiha, lêkoleran ev yek jî vekolandin ku gelo xelk dikare ciyawaziya di navbera helbestên rasteqîn û sexte (çêkirî) da têderxe yan na. Encama vê lêkolînê nîşan da ku xelk nikare ciyawaziya van her duyan têbigihêje û di sedî 58.5 ji babetan da bi şaşî wisa difikirin ku helbestên Hişê Çêkirî yên rast û resen in.