Mijdar 14, 2024 18:12 Asia/Tehran
  • Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê

Rejîma Sîyonîst di roja 405an a şerê dijî Xezzeyê da, hevgavê nebûna asoyeke agirbesê, êriş û kiryarên hovane yên dijî niştecihên Zîvala Xezzeyê didomîne.

Îro di roja 405an a cinayetên Rejîma Sîyonîst dijî Zîvala Xezzeyê da balafirên cengê yên vê rejîmê îro jî Xezze dan ber bombeyan, artêşa terorê jî li Cibalîya, Beyt Hanûn û Beyt Lahîyayê cinayetên xwe didomîne.

Çavkanîyên filistînî herwiha ragihandin ku Rejîma Sîyonîst bi balafirên cengê êrişî başûr- rojhilata şarê Xezzeyê kirin ku apartimanek li kolana Nefeq`ê bû armanc û di encamê da hejmarek zarok birîndar bûn. 

Artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê herwiha herêma Ebû Muella li rojavaya Nuseyratê li navenda Xezzeyê û kempa Cibalîyayê dan ber topan.

Çavkanîyên filistînî herwiha ragihandin ku artêşa Rejîma Sîyonîst bi maddeyên teqandinê çend mal li derdora kol,ana Ecarime li kempa Cibalîya li bakura Xezzeyê teqandin. 

Li hêla din, komên berxwedêr ên filistînî bazineya operasyona dijî hêzên dagirker berfire kirin û tankên ku ketin Cibalîyayê, kirin armanc. 

Serepeyv