Cûreyeke din a kêzikên Parêzgeha Îlamê di asta cîhanî da hat tomarkirn
Mijdar 14, 2024 17:17 Asia/Tehran
Cûreyeke din a Trîpsan (Kêzik) bi navê xwe yê zanistî yê 'Haplothrips zagrosi' ku bi hewla Profesorê alîkar ê Koma Giya-pizîşkiyê ya Zanîngeha Îlamê li vê parêzgehê hatiye berhevkirin, bi navê "Zagros" di asta cîhanî da hat tomarkirin.
Profesorê alîkar ê Koma Giya-pizîşkiyê ya Zanîngeha Îlamê di gotûbêja bi IRNAyê ra got: Nivîsara têkildarî vê cûreyê li Belavoka Zoology in the Middle East bi Impact factor 0.6 li Inglîzê hatiye çapkirin.
Wî got: Ev kêzik ji ser pelên tirî li Şaristana Îlamê û her wiha hin nimûneyên wê ji Parêzgehên Kirmaşan û Loristanê hatine berhevkirin.
'Thrips' hin kêzikên hûr bi leşekî dirêj in ku dirêjahiya wan digihêje çend mîlî-metran.